‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’ 2023-10-22 15:50:36   STENBOL - Li gorî anketa Lêkolînê ya Yoneyelemê, dengên AKP û CHP’ê dikevin û yên HDP’ê jî zêde dibin.    Dîrektora Lêkolîna Yoneylemê Derya Komurcu, diyar kir ku wan di navbera 26-29’ê îlonê de li 27 bajaran bi 2 hezar û 398 kesan re têkildarî hilbijartinê anket çêkirine. Komurcu ku encamên anketê bi Halk TV’ê re parve kir, ev agahî dan: “Me pirsa ‘heke vê yekşemê hilbijartina parlamenteriyê were kirin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?’ kir. Dengên AKP û CHP’ê kêm dibin û dengê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) jî zêde dibin.”    Li gorî anketê; piştî dengên bêbiryaran hatin belavkirin, AKP’ê ya ku di Hilbijartinên Parlamenteriyê ya Serdema 28’an a 14’ê gulanê de ji sedî 35.62 wergirtibû daket ji sedî 31.62’yan, CHP ji sedî 25.35’ê daket ji sedî 21.5’ê û dengê HEDEP jî ji sedî 8.82’yan derket ji sedî 11’an.