Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-10-22 16:56:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn di 39’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Qamişloyê hate bibîranîn.    Yek ji mezintirîn helbestvan û nivîskarên wêjeya kurdî Cegerxwîn, di 39’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate bibîranîn. Bi dehan nivîskar, rojnameger, rewşenbîr û helbestvanên ji Herêma Cizîrê tev li merasîma bîranînê bûn. Yekitiya Rewşenbîrên Kurd a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyeyê, Lijneya Çandê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (TEV-ÇAND), Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamegerên Kurd a Sûriyeyê tev li merasîma bîranînê bûn.    Endamê Yekitiya Çandê ya Herêma Cizîrê Xalis Mesor di bîranînê de axivî û wiha got: “Cegerxwîn, stêrka me tevan bû. Tevahiya jiyana xwe fedayî gelê kurd kir. Dê her tim di dilê me de bijî. Bi helbestên xwe her tim moral da gelê xwe. Ji bo zanîn dîroka gelê kurd gelek pirtûk û helbest nivîsand.”    Di heman demê de peyama malbata Cegexwîn jî di bîranînê de hate xwendin. Midûra Yekitiya Giştî ya Rojnameger û Nivîskarên Kurd a Sûriyeyê Behrîn Osê peyam xwend. Peyam wiha ye: “Em spasiyên xwe pêşkeşî hemû beşdaran dikin. Di vê pêvajoya zehmet de ku gelê kurd û gelên cîhanê dijîn, ji bo rûmeteke ku li dora Helbestvan Cegerxwîn civiyane.”