HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn 2023-10-22 17:48:43   SÊRT - HEDEP û DBP’ê malbatên Baysal û Can ê dijminên hev bûn li hev anîn.   Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Sêrtê malbatên Baysal û Can ên dijminatî di navbera wan de hebû li hev anîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamenterê HEDEP’ê yê Êlihê Keskîn Bayindir, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, HEDEP, nûnerên Rêxistinên  HEDEP û DBP’ê yên Sêrt û Wanê malbat li eywaneke dawetê hatin bahev û malbat hatin lihevanîn.   Li Stenbolê piştî notirvanê avahiyeke înşaetê Selîm Can jiyana xwe ji dest da di navbera malbatan de dijminahî dest pê kir. Ferdên malbata Can ên ji Wanê ji bo dawiyê li vê dijminahiyê bînin hatin Sêrtê qala girîngiya aştiyê kirin û destnîşan kirin ku aştî ji bo mirovahiyê girîng e.   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li vir axaftineke kurt kir, wiha got: “Gelek girîng e ku mirov kuştina hev a mirovan asteng bike û mirinan bi dawî bike. Îro li vir du malbatan şûna şer, aştî hilbijartin. Ev gaveke girîng e. Ev kesên ji aştiyê re bûn wesîle gaveke girîng avêtin. Ji xwe hemû dinya ji bo gelê kurd qetil bike ketine dorê, em kurd jî hev du an jî kesên din nekujin. Em pêşiyê li kuştina bigirin û aştiyeke birûmet ava bikin.”   Piştî axaftinê malbat hatin lihevanîn.