Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir 2023-10-22 21:42:08   AMED - Amedsporê li sehaya xwe Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir û ferqa pûanan a di navbera xwe û dijberên xwe de derxist 4 pûanan.   Amedspor a di Koma Sor ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe di hefteya 10’emîn de li pêşberî alîgirên xwe bi Isparta 32 Sporê re lîst. Di maça li Stadyûma Tahîr Elçî hate lîstin de her du tîm bi pankarta “Em zilma li dijî Gazeyê şermezar dikin” derketin sehayê. Bi hezaran alîgirên Amedsporê jî tîma xwe bi tenê nehiştin û heta maç qediya dirûşmeyên “Êriş bike ji bo van alîgiran êriş bike” , “Bijî bijî Amedspor” û “Amed gol gol gol” hatin berzkirin.   Dema deqîqeyan pîleqeya Amedê an ku 21’ê nîşan da alîgirên Amedsporê ronahiya telefonên xwe vekirin û dîmenekî xweş derxistin holê. Amedsporê di van deqîqeyan de bi bandor lîst û lîstikvanê wê Ahmet Alsan di deqîqeya 28’an de gol avêt. Beşa maçê ya ewil bi 1 û 0 serkeftina Amedsporê bi dawî bû.   Di deqîqeyên ewil ên beşa maçê ya duyemîn de Isparta 32 Sporê di deqîqeya 50’yan de bi gola lîstikvanê  wan Caner Koca avêt, skor kir 1 û 1. Piştî ku Amedsporê golek xwar, alîgiran dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin û piştgiriya tîma xwe kirin. Lîstikvanê Amedsporê Gokhan Alsan di deqîqeya 85’an de bi penaltiyê goleke din avêt û skor kir 2 û 1.   Piştî ku di maçê de tu golên din nehatin avêtin, maç bi vê skorê bi dawî bû.   Amedsporê bi serkeftinê pûana xwe derxist 25’an û di koma xwe de yekemîniya xwe parast. Amedsporê ferqa pûanan a di navbera xwe û dijberên xwe de derxist 4 pûanan.