Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin 2023-10-23 10:06:35 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku divê ji ber êrişên Îsraîlê gotinên milîtarîst û nîjadperest li dijî cihûyan neyên kirin û wiha got: “Dema em li dijî vî şerî derdikevin divê em zimanekî pir bi baldar bi kar bînin.”    Piştî êrişa “Tofana Aksayê” ya Hamasê ku di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê pêk anî, şer dîsa dest pê kir. Bîlançoya êrişên Îsraîlê ya li ser qadên sivîlan her ku diçe girantir dibe. Li gelek deverên cîhanê ev êriş tên protestokirin. Di protestoyên li Tirkiyeyê de jî dijbertiya cihûyan derdikeve pêş. Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê bang li welatiyên Îsraîlê kir ku ji Tirkiyeyê derkevin.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, gotinên milîtarîst û nîjadperest ên di çalakiyan de derdikevin pêş nirxand.    Keskîn, da zanîn ku şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de xwedî rabûrdiyeke domdirêj e û ev tişt anî ziman: “Divê her kes bêalî nêzî şer bibe. Weke parastvanên mafên mirovan em bi taybet jî li dijî êrişên ser sivîlan derdikevin. Me her tim polîtîkayên dewleta Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê rexne kir û li dijî wê sekinînin. Lê êrişa Hamasê ya di 7’ê cotmehê de jî li dijî sivîlan bû û sûcê li dijî mirovahiyê bû. Lewma weke parastvanên mafên mirovan me di kêliyê de bertek nîşanî vê jî da.”    GOTINÊN KU CIHÛYAN HEDEF DIGIRIN    Bi domdarî Keskîn da zanîn ku piştî êrişên Îsraîlê yên li dijî sivîlan, li Tirkiyeyê li dijî cihûyan kampanyaya lînçkirinê hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Gelemperiya çalakiyên li ber Konsolosxaneya Îsraîlê tên kirin, gotinên nefretê yên li dijî cihûyan derdikevin pêş û di esasê xwe de gotinên antîsemîtîst e. Li gorî me ev jî pir talûke ye. Ji ber ku li ser xaka me welatiyên cihû jî dijîn û ev jiyana xwe di nava tirsekî mezin de dijîn. Weke mînak; ev gotina nivîskarê cihû Rifat Balî tu caran ji bîra min naçe; ‘Cihûyan li Tirkiyeyê nexuyabûyîn tercîh kirin. Bi tu awayî xwe nadin hîskirin û di nava tirsê de dijîn.’ Lewma dema em li dijî vî şerî derdikevin divê em li zimanê xwe pir hişyar bin.”    ‘EM NIKARIN CIHÛYAN HEDEF BIGIRIN’   Di berdewamê de Keskîn destnîşan kir ku êrişên Îsraîlê polîtîkaya dewletê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma tiştekî xelete ku ji ber van êrişan li dijî cihûyan dijbertî were kirin. Tevgera aştiyê ya li Îsraîlê ji ya Tirkiyeyê gelek mezintir e. Bi hezaran kesên aştîxwaz û muxalîf ên li Îsraîlê demek berê tiştekî pir mezin kirin ku me heta nekariye bikn. Li dijî rêveberên xwe daketin kolanan. Em mecbûr in van bibînin. Em, her tim li gel aştîxwazan in. Hedefgirtina tevahiya cihûyan, xelete û em li dijî vê ne.”    ‘NÎJADPERESTÎ BI DESTÊ DEWLETÊ TÊ XURTKIRIN’    Keskîn, bi bîr xist ku di dîroka Tirkiyeyê de gelek bûyerên bingeha xwe ji “nîjadperestî û neteweperestiyê” digirin qewimîne û wiha got: “Di demên dawî de nîjadperestiyê dîsa weke tiştekî asayî nîşan didin. Ev yek bi destê dewletê tê xurtkirin. Nîjadperestî, ji bo gelan gefeke mezin e. Li erdnîgariya me gelek bawerî û nasname bi hev re dijîn. Tevî vê yekê jî em qala komareke ku nasnameya tirk-sunî li xwe kirî heye. Dikariya heta niha demokratîk bûbûya lê berevajî vê, ev yek hat kûrkirin û bingeha nîjadperestiyê hate amadekirin. Weke mînak; peywirdarekî Şaredariya Samsunê yê AKP’î pesnê Hîtler dida. Diviyabû dozger tavilê biketina nav hewldanan. Pesnê kesekî qirkirin kirî diparast.”   ‘CIVAKEKE NÎJADPEREST Û MILÎTARÎST AVA DIKIN’    Eren, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar hewl dide civakeke nîjadperest û milîtarîst ava bike. Di halê hazir de li erdnîgariya me tenê mafê axaftinê yê çendek kesan heye. Tenê heke hûn îktîdarê biparêzin hûn azad in. Li her kesî doz tên vekirin. Em tevek ketin girtîgehê yan jî hindik maye bikevinê û kontrola edlî heye. Em tevek weke dîlgirtiyan dijîn. Kesek ji me azad nîne û Tirkiye peymanên navneteweyî binpê dike. Divê hemû kesên li gel demokrasî û mafên mirovan, li gel aştiyê bin. Divê li vir xebatên pêşî li gotinên antîsemîtîst digirin bên meşandin û mirov li gel ereb û aştîxwazên li Îsraîlê bin. Mixabin siyaset vê nake. Wê demê ew peywir dikeve ser milê parastvanên mafên mirovan û kesên demokrat.”    MA / Îbrahîm Irmak