Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin 2023-10-23 10:15:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê der barê şerê di navbera çekdarên PDK’ê û artêşa Iraqê de daxwaz kir ku ji bo lêkolîna sedem û encama buyera li çiyayê Qereçox a li Mexmûrê, lijneyek bilind were avakirin.   Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Yehya Resûl ragihand ku der barê şerê duh ên di navbera çekdarên PDK’ê û artêşa Iraqê de Mihemed Şiya Sudanî ji bo lêkolîna sedem û encama buyera li çiyayê Qereçox ê li Mexmûrê rûdayî, daxwaza avakirina lijneyek bilind kiriye.   Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê hemû berpirs û fermandarên hemû astan û her du aliyan xwe nas bikin û li gorî berjewendiyên bilind ên welat tevbigerin û bi hev re rûbirûyê dijminên Iraqê bibin.