Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin 2023-10-23 10:42:19 ENQERE -  Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan beriya civîna PM’a partiya xwe bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî û wiha got: “Em ê şaredariyan bikin malên gel. Em ê serkeftinên xwe li herêmên rojavayê Tirkiyeyê jî belav bikin.”  Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) civîna xwe ya ewil li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dar xist. Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan beriya civînê axivî û spasiya hemû rêveberên di qedemeyên partiya berê de cih girtin kir.    Bakirhan, got ku di kongreya 15’ê cotmehê de dirûşma wan a sereke “Ji bo azadiyê bû” û ev tişt anî ziman: “Ev dirûşm, dirûşmeke jirêzê nîne. Di heman demê de dirûşmeke wisa ye ku dê nexşerêya pêşerojê û xeta me ya siyasî diyar bike. Em ê tifaqên xurtir û bi têkoşîneke xurtir bibin bersiv.”    ROJAVA QEREBAX Û FILISTÎN    Bakirhan, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha domand: “Li pêş çavên me şer û wehşetek tê jiyîn. Mixabin ku li cîhanê pirsgirêkên olî û neteweyî nehatin çareserkirin û sedema vê jî feraseta netewe dewletê ye. Mixabin netewe dewlet hewl didin bi darê zorê kirasê xwe li hemû kesî bikin. Îro li Îsraîl, Filistîn, Rojava, Qerebax û li gelek deverên cîhanê dramên însanî diqewimin. Rêveberên netewe- dewletparêz û yekperest bi zext, zilm û şer hewl didin cudahiyên din tune bikin. Şerê Îsraîl-Filistînê ku niha veguheriye qirkirina civakê yek ji nîşaneyên vê yên herî şênber e. Di vir de hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovahiyê tune tên hesibandin.    Mixabin mîna li Rojava, hêzên navneteweyî li dijî têkoşîna zêdetirî 70 milyon kurdan bêdeng dimînin û di şerê Îsraîl-Filistînê de jî tenê bi rola temaşekirinê radibin. Em vê yekê rexne dikin. Li Filistînê her roj mirin çêdibin û îktîdara siyasî jî ji bo pêşîlêgirtina bertekan tenê çendek tiştên biçûk dike. Lê tu gavan naavêje. Îktîdara AKP’ê ji bo 3 rojan şîn ragihand. Gelo dê şîna li Tirkiyeyê hatiye ragihandin ji bo êşên xelkê Filistînê çiqasî bibin derman.  Me dît ku tu xêr jê çênabe. Em ji îktîdara siyasî dipirsin; gelo ragihandina şînê karî rê li ber mirinên li Filistînê bigire? Birîna çend zarokan derman kir?    SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN    Li dijî vê acziyeta îktîdarê, em jî dibêjin ku hewceya civak û muxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê dengê xwe bêhtir derxînin. Li wir tenê şerê Îsraîl-Filistînê tune ye, her wiha qirkirinek heye, sûcê li dijî mirovahiyê dike. Tekane peywira şoreşgerên tirkiyeyî û kurdistanî ew e ku em vê êşê bi dawî bikin. Ji bo ku hemû hêzên navneteweyî dawî li hewldanên xwe yên jirêzê bi dawî bikin û rê li ber qirkirina li Filistînê bigirin, hewceye hemû gelên cîhanê dengê xwe rakin û îktîdarên xwe bidin zorê. Li dijî helwesta hikûmetên heyî û pêşîlêgirtina şer, em ê di rojên pêş de bi roleke çalak rabin.    Divê hemû îtîrazên li dijî êrişên ser Filistînê tên kirin, di heman demê de ji bo Rojava jî bên kirin. Ev yek, di heman demê de peywireke însanî û dîrokî ye. Li Rojava zarok tên qetilkirin. Li dijî qadên jiyanê yên sivîlan êriş tên kirin, mirov nikare taetê xwe bike, tesîsên enerjî û xurekan tên bombebarankirin. Her kesê qala demokrasiyê dike divê Rojava jî deyne rex Filistînê.    EM Ê NEHÊLIN LI SER BIRÇÎTIYA ME XWE TÊR BIKIN   Heke li Qerebaxê, Rojava û Filistînê heman çek biteqin, wê demê bes nake ku mirov tenê li dijî wehşeta li Filistînê derkeve. Gelo ev çavkaniyên ji lobiyên faîzê û baronên şer re tên veqetandin ji ku tên? Têkildarî vê ez tenê mînakekî bidim; heke tu çavkaniya herî mezin a dahata bûdçeya sala 2024’an bipirsî, dibêjin KDV ye. Ji ava em vedixwin heta nanê em dixwin, dewletê KDV zêde kirine û bi van pereyan dê şerekî bimeşîne. Qesr, hewl dide lêçûnên gule û dewlemandan ji berîka cotkar, kedkar, esnaf û gundiyan derxîne. Em li dijî vê pergala bêhna xwînê jê tê îtîraz dikin û dê hîn xurtir îtîraz bikin. Em ê nehêlin li ser birçîtiya me têr bibin û li ser xwîn û canê me li ser îktîdarê bimînin.    EM Ê NAVÇE BI NAVÇE Û TAX BI TAX BIGERIN    Pêvajoya pêşiya me hem di warê rojeva siyasî de hem jî di warê plansaziyan de wê gelek têr û tije derbas bibe. Me bi zanebûn xwe xistiye bin vî barî. Niha jî dem dema wê ye ku em li hemberî gelên Tirkiyeyê berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Ji sibê şûn ve em ê tûrê xwe bidin pişta xwe û bajêr bi bajêr, navçe bi navçe û tax bi tax bigerin. Em ê rêxistinên navçeyan û bajaran ên xurt ava bikin û ji nû ve xwe bi rêxistin bikin. Her wiha ji herêmê ve ber bi giştî ve em ê têkoşîn û tifaqek demokratîk a demokratîk ku xurt bike pêk bînin û ev deynê stûyê me ye. Em ji bo gelê xwe û kedkaran çi bikin jî hindik e. Bi dehên salan e êşek ku nehatibe serê nemaye. Hemû rengên êş û azaran hatin serê wan. Bi hezaran mirovên me yên ciwan bedena xwe dan ber fedekariya ji bo gelan û hatin binaxkirin. Em ji bo dayik û hevrêyên xwe çiqas bixebitin û xizmetê bikin jî hindik e.    EM Ê ŞAREDARIYAN BIKIN MALÊN GEL    Yek ji rojevên girîng ên li pêşiya me jî hilbijartina xwecihî ye. Me wek partî ji bo xebatên hilbijartina xwecihî pêvajoya jinûve xwebirêxistinkirinê da destpêkirin. Di vî warî de xebatek me heye. Piştî em desteyên xwe ava bikin, em ê têkildarî rêveberiyên xwecihî nexşerêya xwe bi raya giştî re parve bikin. Lê helbet divê meriv berê çend tiştan diyar bike. Hilbijartina xwecihî ji demên berê bêtir wateya xwe nîşanî me dide. Em ê tenê ne şaredariyên me ku di bin rêveberiyên qeyûman de ne, em ê şaredariyên ku rêveberiya wan xerab e jî bi dest bixin. Em carek din dubare dikin em ê tenê ne şaredariyên xwe bi dest bixin, em ê şaredariyên Kanîreş, Mûş, Dep û her wekî din jî bi dest bixin û bixin xizmeta gelê xwe û şaredariyan bikin mala gelê xwe.    Em ê serkeftina xwe belavî herêmên Tirkiyeyê jî bikin. Ez dixwazim diyar bikim ku em ê li her cihek ku gelê me lê heye ji bo temsîliyeta wan û dikaribin bi awayek xurt di rêveberiyên xwecihî de cih bigirin, li gorî vê em ê polîtîkayek bi rê ve bibin. Me têkildarî hilbijartina 14’ê Gulanê xwerexne kir û em hatin van rojan. Kongreya me li dar xist jî encama wê yekê bû ku me rexnedayîna hilbijartina 14’ê Gulanê da. Ez wisa bi bawerim em ê di hilbijartina xwecihî ya di meha adarê de serkeftinê pêk bînin û rexnedayîna xwe wisa bidin gelê xwe.”