Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin 2023-10-23 11:11:46   TEKÎRDAG - Di encama serdegirtinên li Tekîrdagê de 2 rêveberên HDP’î hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li Tekîrdagê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Eregliyê Ridvan Ulaşman û rêveberê navçeya Çerkezkoyê Niyazî Artun hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku Ulaşman û Artun birin Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê û têkildarî sedema binçavkirina wan tu agahî nehatin bidestxistin.