ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-24 09:00:11   * Piştî hilbijartina giştî û serokkomariyê, Weqfa Alîkariya Civakî li Şinrexê meaşê bi dehan astengdar, feqîr, extiyar û jinebiyan bêsedem birî. Malbatên ku hatine mexdûrkirin têkîldarî mijarê doz vekirin. Parêzerê malbatan Fadil Tay got ku birîna alikariya civakê ne pêkanîneke hiqûqiye û got: "Bingeha vê biryarek siyasî ye. Ev cureyeke cezakirina civakê ye."    * Tevî ku 8 meh bi ser erdhejê re derbasbûne jî li Semsûrê kavilên gelek xaniyên ku hilweşiyane hê nehatine rakirin.   * Dozger cara duyem daxwaza ji bo redkirina doza bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li rojnamevan Ferhat Parlak hat vekirin, îtiraz kir.    * Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ku bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan, bang kirin ku dewlet qanûnan bisepîne û gel xwedî li vîna Îmraliyê derkeve.   * Rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû diyar kir ku desthilat û muxalefeta ku êrişên li ser kurdan pesend dikin, dibin sedema xizaniyê û got: "Şer, li Tirkiyeyê komeke zengîn afirand. Pereyê ku ji bo parastinê hatiye veqetandin, dê li zavayan bê payêkirin."    * Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê difiroşe. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ku bertek nîşanî vê dan, bal kişandin ser texrîbata qeyûm û gotin: "Avahiya şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin."    * Li gundê Rihaniyê yê li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir û ew ji nezêdekirina bihayê fistiqan bi gilî û gazin in û dixwazin ku ew heqê keda xwe bistînin.    * Hat zanîn ku li ser “mêvanxaneya” Stewrê îqametgeha 600 polîs û leşkeran hatiye çêkirin. Di hilbijartina xwecihî ya 2019’an de HDP’ê bi ferqa 764 rayan şaredarî bi dest xistibû.    * Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz diyar kir ku hewldan hene ku gelê kurd di sedsala 21’an de bêstatû bihêlin û wiha got: “Rêya aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn, çareserkirina pirsgirêkên kurd û filistîniyan a bi rêyên demokratîk e.”   * Danişîna Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Koma HEDEP'ê ya Meclisê dê komcivîna xwe ya heftane li dar bixe. (12.45)