31 meh in xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Bila qanûn bên sepandin 2023-10-24 09:10:11   AMED - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ku bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan, bang kirin ku dewlet qanûnan bisepîne û gel xwedî li vîna Îmraliyê derkeve.    Pergala tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê, 32 meh in bi bêpêwendioyeke mutleq tê domandin. Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Kobar, Hamîlî Yildirim û Veyseî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de 31 meh in tu xeber nayê girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza hevdîtina bi malbatê re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di 13'ê Cotmehê de bersiva serlêdanê da û diyar kir ku cezayekî dîsîplînê yê din hatiye birîn. Parêzeran daxwaza mînaka biryara cezayê "dîsîplînê" da, lê belê dadgeriyê bi hinceta "dê di çapemeniyê de bê belavkirin" mînaka biryarê neda parêzeran.    Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER) Vahap Gunay û endamê Komeleya 78'an Huseyîn Bariş tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din nirxandin.    ‘TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'   Hevserokê TUAY-DER'ê Vahap Gunay diyar kir ku cezayên ku li Îmraliyê di bin navê" dîsîplînê" de tên birîn kêfî ne û vê yekê wekî bêhiqûqîtiyê wesifand. Gunay anî ziman ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê li ser tu candaran neyê pêkanîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em her tim dibêjin ku tecrîd ne rast e, em niha jî dibêjin. Armanca polîtîkaya tecrîdê, tepisandina mirovan e."    ‘NE İNSANİ NE DE VİCDANİDİR’   Endamê Komeleya 78'an a Amedê Huseyîn Bariş jî destnîşan kir ku tecrîd li dijî rêgezên gerdûnî yên mafên mirovan e û got: "Ev tecrîd ne exlaqî ne jî wijdanî ye." Bariş diyar kir ku divê Tirkiye qanûnên xwe bisepîne û got: "Mirovek çawa dikare 25 salan di nava dîwarekî 6-7 metrekareyan de bimîne? Ma aqilê mirov vê yekê tamûl dike? Lewma divê ev yek bê çareserkirin û rê û rêbazên wê bên dîtin. Bila parêzerên wî û malbata wî hevdîtinê pêk bînin ku ev pirsgirêkên lareşî bên çareserkirin. Ger Ocalan biaxive, dê wekî salên 2013-2015'an rewşeke cuda rû bide. Divê her kes piştgiriya wê heyamê bike, dewletên cîhanê jî piştgirî kir. Bil bi vê kîn û nefretê vîna civakê neyê astengkirin. Divê xwedî li vê vînê bê derketin. Kes wekî din tiştekî ji we naxwaze. Tenê qanûna xwe û hiqûqa xwe pêk bînin. Ji xeynî vê kes tiştekî din naxwaze. Ev pratîka kêfî zirarê dide gelan. Di navbera civakan de dijminatî tê îlankirin. Liv ir talûkeyeke mezin heye."