Ji AKP’ê amadekariya bidizî: 600 leşker û polîs li ser ‘Mêvaxneyê’ hatine qeydkirin 2023-10-24 09:27:59   MÊRDÎN - Hat zanîn ku li ser “mêvanxaneya” Stewrê îqametgeha 600 polîs û leşkeran hatiye çêkirin. Di hilbijartina xwecihî ya 2019’an de HDP’ê bi ferqa 764 rayan şaredarî bi dest xistibû.    Piştî Şirnex, Agirî û Amedê niha jî Mêrdîn bi mijara “veguhestina hilbijêran” di rojevê de ye. Beriya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2024’an AKP’ê dest bi dek û dolaban kir. Vê carê jî navnîşana dek û dolab ango hîleyên hilbijartinê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye. Hat zanîn ku di mehek dawî de li Stewrê 600 polîs û leşker li navnîşanên cuda îqametgehên wan hatine çêkirin.    Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stewrê Selahattîn Onder têkildarî mijara navborî ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku Midûriyeta Nifûsê ya Navçeyê jî şahidê çêkirina qeyda polîs û leşkeran e.    600 DENGAN LI SER 'MÊVANXANEYÊ’ QEYD KIRIN E!   Onder destnîşan kir ku AKP ji bo li navçeyê şaredariyê bi dest bixe qeyda polîs û leşkeran li navçeya wan dide çêkirin û got: “Ev qeydên hatine çêkirin tiştên ku em dizanin e. Di hilbijartina xwecihî de nêzî hezar û 500 ray ji derve anîn. Niha jî dixwazin heman tiştî bikin. Niha ez bi xwe şahidim ku qeyda 600 polîs û leşker anîne navçeya me dane çêkirin.”    Onder anî ziman ku qeyda polîs û leşkeran li ser cihek bi navê “mêvanxane” hatine çêkirin û got: “Li gorî qanûnê kes nikare li ser mêvanxaneyê qeyda îqametgeha xwe çeke. Ev der cihê mêvanan e, malbat û kes nikarin qeyda xwe li vir çêkin.”    QEYMEQAM KEYAYAN CIVANDIYE    Onder da zanîn ku qeymeqam û qeyûm Fatîh Çevîk ê nû tayînî navçeyê hatiye kirin keyayan civandiye û keyayan jê re gotiye, xizmet ji bo gundan nayê kirin. Onder got qeyûm jî li dijî gotina keyayan derketiye û diyar kiriye, “ji gundên we deng derneketine, dema ray dernekevin xizmet jî tune ye.” Onder diyar kir ku qeyûm-qeymeqam kesên dengê xwe nedane AKP’ê, bi mijara “we dengê xwe nedaye dewletê” hatine sûcdarkirin.    Onder destnîşan kir ku ev tiştên diqewimin bi hilbijartina xwecihî ve girêdayî ne û got: “Ji niha ve tê fêmkirin ku wê hilbijartin bi hîlekarî derbas bibe.” Onder da zanîn ku ew ê li dijî vê veguhestina hilbijêran serî li cihên pêwîst bidin û ew nêzîkatiya qeymeqam a li dijî keyayan jî qebûl nakin.    RÊJEYA DENGAN A LI NAVÇEYÊ    Li gorî hilbijartinên di 5 salên dawî de; Li navçeyê 16 hezar û 500 hilbijêr hene. Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 5 hezar û 765 deng stendibû. Li aliyê din AKP'ê 5 hezar û 1 deng girt. Ferqa dengan tenê 764 bû.    Di hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê de jî Partiya Çepên Kesk 5 hezar û 560 deng wergirtibû. AKP jî 4 hezar û 216 deng wergertiye.    Dema her du hilbijartin li ber çavan bên girtin û kar û barên “veguhestina hilbijêran” ên dawî jî ku hatine kirin, dê bandorê li ser hilbijartina xwecihî bike.    MA / Ahmet Kanbal