‘PDK hewl dide li gel MÎT’ê Mexmûrê kontrol bike’ 2023-10-24 11:02:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclisa Gel a Kampa Mexmûrê Yûsûf Kara diyar kir ku PDK hewl dide li gel MÎT’ê kampa Mexmûrê têxe bin kontrola xwe û ji ber vê yekê jî li Çiyayê Qereçoxê bi artêşa Iraqê re şer kiriye.    Di dema êrişên li dijî Sûriye û Iraqê de yek ji armanca DAIŞ’ê ew bû ku Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê dagir bike ku 12 hezar penaberên kurd lê dijîn û di bin temînata Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Çeteyên DAIŞ’ê ku di sala 2015’an de li gel bajarokê Mexmûrê yê Misûlê her wiha Çiyayê Qereçoxê xist bin kontrola xwe, hewl da bikeve wargehê. Pêşmerge û leşkerên artêşa Iraqê yên ji parastina herêmê berpirsyar ji herêmê reviyan û kamp bêparastin hiştin.    Li ser vê yekê hêzên HPG û YJA Starê xwe gihandin wargehê û ewlehiya wê parastin. Piştî şer û pevçûnên giran ên bi rojan berdewam kirin, çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê hatin derxistin û ewlehiya wargehê hate parastin.    Di 19’ê cotmehê de daxuyaniyek hate dayîn û hate ragihandin ku hêzên HPG û YJA Starê peywir û rola xwe bicih anîne û bi temamî ji herêmê vekişiyane.    Bi vekişîna hêzên HPG û YJA Starê re ji bo kontrolkirina wargehê, di navbera hêzên hikûmeta navendî yên Iraqê û hikûmeta Herêmê de rageşî derket. Rageşiya di navbera pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û leşkerên Iraqê de di 22’yê cotmehê de veguherî pevçûnê. Di encama pevçûna li Çiyayê Qereçoxê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da û ji her du aliyan gelek kes birîndar bûn.    Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Yûsûf Kara têkildarî biryara vekişîna hêzên HPG û YJA Starê û pevçûnên di navbera hêzên Iraqê û pêşmergeyan de nirxand.    ‘DEMA DAIŞ HATÎ PKK LI DIJÎ WÊ SEKINÎ’    Kara, diyar kir ku hêzên emperyalîst bi taybet jî NATO ji bo li Rojhilata Navîn hespê xwe bibezîne bi hinek komên îslamî re têkiliyan pêş dixe û ev tişt anî ziman: “DAIŞ’ê li gel şerê çekdarî, her wiha şerê psîkolojîk meşand. Bi vê yekê li Iraq û Sûriyeyê heta astekî hedefên xwe pêk anî. Di nava mehekê de nîviya Iraq û Sûriyeyê bi dest xist. Lewma hêzên din nedikariyan xwe li pêşiya wan bigirin. Tenê PKK’ê karî xwe li pêşiya wan bigire. Ji ber ku PKK xwedî ruhekî fedaî û xwedî hêzeke cewherî ye. Her wiha paradîgmayeke PKK’ê heye. Ev paradîgma ewqas xurt e ku hêzeke mezin dide. Dema ew hatin herêmê, nîşanî her kesî dan ku tenê ew dikarin xwe li ber DAIŞ’ê bigirin û têk bibin. PKK’ê nîşan da ku DAIŞ’î dikarin bên kuştin. Vê yekê jî bawerî û motîvasyoneke mezin da gelan. Ev 8 sal in li Çiyayê Qereçoxê ji bo hemû gelên li herêma Mexmûrê bûn hêvî.”    PIŞTÎ VEKIŞÎNA PKK’Ê, PDK HEWL DIDE LI GEL MÎT’Ê XWE LI WIR BICIH BIKE    Bi domdarî Kara destnîşan kir ku piştî vekişîna hêzên HPG û YJA Starê, di navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan de pevçûn derketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo Barzaniyan ev herêm ji ber sê sedeman girîng e. Ya yekemîn; xayîntiya malbata Barzanî ya li dijî me di lûtkeyê de ye. Bi Teşkîlata Îstîxbaratê Neteweyî ya Tirk (MÎT) re tevdigerin. Lewma dixwazin kontrola vî çiyayî bigirin destê xwe û li gel MÎT’ê me bigirin bin kontrola xwe. Sedema duyemîn jî, ev herêm ji bo parastina Hewlêrê cihekî girîng e. Heke ev çiya bikeve destê hêzên Iraqê, ji vir heta Kato Jîrkayê tu kontrola PDK’ê namîne. Sedema sêyemîn a girîng jî ev e; li vê herêmê bi dehan bîrên petrolê hene. PDK dixwaze qadên petrolê têxe bin kontrola xwe. Rastiyeke wiha heye. Ji ber van sedeman jî PDK ji bo vê herêmê têxe bin kontrola xwe şer dike.”    ‘HEKE PDK WERE DÊ BÊHIZÛRÎ DEST PÊ BIKE’   Kara, axaftina xwe wiha qedand: “Ne diyare bê ka dê her du hêz lihev bikin an na. An jî dê lihevkirineke çawa bibe nediyar e. Heke PDK li wir bicih bibe, ev yek dê xetereyeke mezin li ser ewlehiya kampê çêbike. Dê ji bo kampê tiştên gelek xerab pêk bên. Ji ber ku pratîka PDK’ê ya li herêmên din eşkere ye. Dê hewl bidin xelkê vê derê birevînin û li dijî xelkê sûîqestan bikin. Dê bi xwe re tenê bihizûriyê bînin.”