Dadgehê daxwaza di doza KCK’ê de piştî 12 salan nirxand 2023-10-24 12:00:21 AMED - Di Doza Sereke a KCK’ê de hat xwestin ku ji bo parlamenterên jê tên darizandin, doz bê betalkirin. Piştî 12 salan hat nirxandin û daxwaz hat redkirin.  Ji Doza Sereke ya KCK’ê ku sala 2009’an hat destpêkirin, 152 siyasetmedar dihatin darizandin. Siyasetmedar Osman Baydemîr, Nadîr Yildirim, Selma Irmak, Çaglar Demîrel, Besîme Konca, Alîcan Onlu û Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji ber ku parlamenter bûn û Sabrî Ok ê ku der barê wî de biryara girtinê hat derxistin, dosyeya wan ji doza sereke hatibû veqetandin. Ev siyasetmedar bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Siyasetmedar beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên wan Mehdî Ozdemîr, Mesût Beştaş, Gevriye Atli û Cîhan Aydin li danişînê amade bûn.    Dozger xwest biryara girtinê ya der barê kesên bên girtin de bidome û kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. Parêzeran jî xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên sekinandin.    Dadgehê daxwazan qebûl kir. Hatibû xwestin ku doza der barê parlamenteran de bê sekinandin ango betalkirin. Dadgehê piştî salan vê daxwazê nirxand.    Şandeya dadgehê daxwaza betalkirina dozê red kir û danişînê taloqî 26’ê adara 2024’an kir.