Serdegirtina avahiya HDP’a hat şermezarkirin: AKP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir 2023-10-24 12:17:27 ŞIRNEX - Rêxistina HDP’a Cizîrê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî serdegirtina avahiya partiyê da.  Parlamentera HEDEP’ê Newroz Uysal di daxuyaniyê de got: “Îktîdara AKP’ê îro bi vî rengî dest bi xebatên hilbijatinê kir. Lê bila bizanin ku Cizîr dê li hemberî wan serî netewîne.”    Polîsan îro di danê sibehê de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û malan de hate girtin. Di serdegirtinan de endamê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Umut Hakkolu hate binçavkirin. Her wiha di serdegirtina avahiya partiyê de pirtûk, komputer û wêneyê Mazlum Dogan hatin desteserkirin. Têkildarî serdegirtina avahiya HDP’ê li ber avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn. Parlamenterên HEDEP’ê yên Şirnexê Newroz Uysal Arslan û Mehmet Zekî Îrmez, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên DBP û HEDEP’ê jî amade bûn.     ‘EM Ê XWE LI BER WE NETEWÎNIN’   Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen di daxuyaniyê de axivî. Gungen, diyar kir ku her sal bi awayeke keyfî bi ser avahiya partiya wan a navçeyê de tê girtin û wiha got: “Ev bû sê car ku bi ser avahiya partiya me de digirin. Di van serdegirtinan de li avahiya me û li ser hevalên me lêgerîn tê kirin. Îro di danê sibehê de jî heman tişt kirin. Em vê nêzikatiyê şermezar dikin. Çiqas êrişî me bikin jî em ê xwe li ber wan netewînin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê di daxwaza azadî û wekheviyê de paşvegav neavêjin. Banga me ji bo gelê me ew e ku xwedî li partiya xwe derkevin.”    ‘EV AMADEKARIYA HILBIJARTINÊ YA DEWLETÊ YE’    Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî bertek nîşanî serdegirtina avahiya HDP’ê da û wiha got: “Vê serê sibehê êr,şî avahiya me kirin. Di vê serdegirtinê de agahî nedane tu endam û rêveberên me û beyî agahiya wan di avahî de lêgerîn kirine. Îktîdara AKP’ê îro bi vî awayî dest bi xebatên hilbijartinê kiriye. Hevalên me binçavkirin dikin. Lê em dibêjin ku gelê Cizîrê li dijî komkujiya we û li dijî zilma we serî netewandiye û dê netewîne jî. Weke kesên ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin me tu carî serî netewand û dê netewînin. Dê têkoşîna me bidome.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.