10 roj in agahî ji penaberê ji rojavayê Kurdistanê nayê girtin 2023-10-24 14:02:07   RIHA - Li Rihayê 10 roj in agahî ji Îsam Haciramadan ê ku polîsan gotibû, “me wî şandiye Navenda Paşveşandinê” nayê girtin.    Îsam Haciramadan (44) ê ji rojavayê Kurdistanê di 3’yê cotmehê de li navçeya Qosera Mêrdînê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Bi Haciramadan “Forma Paşveşandina Dilxwazî” dan îmzekirin û wî di 9’ê cotmehê de dersînor kirin. Haciramadan di 11’ê cotmehê de bi rêyên qaçax derbasî serxetê bû û dîsa hat cem malbata xwe ya li navçeyê. Haciramadan di 14’ê cotmehê de carek din di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Qoserê. Rojek şûnve agahî dan malbata wî ku ew şandine Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Rihayê. Lê belê ne malbata wî ne jî parêzer ji wê rojê ve bi tu awayî xwe negihandin Haciramadan.    XWEST AGAHÎ DER BARÊ MIWEKÎLÊ WÎ DE BÊ DAYÎN    Parêzerê Haciramadan, Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke diyar kir ku di 3’yê cotmehê de piştî îfade daye dozgeriyê hatiye berdan û tevî ku tu tiştek der barê wî de nehatiye kirin jî lê ew şandine GGM’ê ye. Oyke da zanîn ku li GGM’ê bi darê zorê form bi miwekîlê wî dane îmzekirin û li GGM’ê bi ewraqên sexte û soza “em ê betaniye bidin we” ewraq dane îzmekirin. Oyke got wan ji polîsan-emniyetê pirsiye û polîsan ji wan re gotiye, “Me wî şandiye Navenda Paşveşandinê” û tevî vê yekê jî agahî negirtine. Oyke anî ziman ku 10 roj in tu agahî ji miwekîlê xwe negirtiye û ew têldarî rewşa miwekîlê xwe bi fikar e û xwest der barê tenduristiya miwekîlê wî de agahiyên bisilmet bên dayîn.    MA / Emrullah Acar