‘Waliyê Şirnexê weke rêveberê AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne’ 2023-10-25 09:03:09   ŞIRNEX - Waliyê Şirnexê bi parlamenter, qeyûm û rêveberên AKP’ê re gund bi gund digere û xebatên hilbijartinê dimeşîne. Parlamentera HEDEP’ê Newroz Uysal bertek nîşan da û got: “Walî, weke rêveberê AKP’ê tevdigere. Em vê qebûl nakin û qanûn jî rê nadin vê.”    Hilbijartinên rêveberiyên herêmî dê di 31’ê adara 2024’an de bên lidarxistin. Bi nêzbûna hilbijartinê re hikûmeta AKP-MHP’ê li hemû bajar, navçe û gundên bakurê Kurdistanê seferberî ragihand û dest bi xebatan kir. Yek ji van bajaran jî Şirnex e. Waliyê Şirnexê Cevdet Atay ku nû li bajar hatiye tayînkirin, ji bo xebatên hilbijartinê yên AKP’ê seferber bûye. Atay, tevî Parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê Arslan Tatar, Şaredarê Şirnexê yê AKP’î Mehmet Yarka û rêveberên AKP’ê yên bajar û navçeyan gund bi gund, navçe bi navçe û tax bi tax digere. Her wiha li bajêr, ji bilî AKP’ê tu partiyên din nikarin çalakiyan li dar bixin.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî mijarê axivî.    ‘WEKE RÊVEBEREKÎ AKP’Ê TEVDIGERE’    Uysal, diyar kir ku hemû waliyên li Kurdistanê erka xwe ji bîr dikin û bi awayekî derhiqûqî tevdigerin. Uysal, wiha domand: “Divê walî li gorî peywir û qanûnan tevbigerin. Ji ber ku nûnerên dewletê ne û memûr in. Walî, endamên partiyên siyasî nînin. Divê wekî hev û bêalî nêzî hemû welatiyan bibin. Hewceye dadweriyê pêk bînin. Lê dema em li serdanên waliyê Şirnexê û kesên pê re diçe û tê dinêrin, dibînin ku weke rêveberê partiya îktîdarê tevdigere. Dema diçe serdanan, bi parlamenterên AKP’ê, şaredarên AKP’î û rêveberên AKP’î re diçe hevdîtinan.”    ‘EV NE LI GORÎ DEWLETA HIQÛQÎ YE’   Bi domdarî Uysal da zanîn ku waliyê Şirnexê li herêmê weke rêveberekê AKP’ê tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ber bi hilbijartina rêveberiyên herêmî ve diçin. Niha tişta herî girîng a ku divê bike ew e ku têkiliya di navbera xwe û partiyên siyasî de bisînor bike. Ji hêla qanûnî ve nayê qebûlkirin ku karmendê dewletê weke endamê partiyeke siyasî tevdigere yan jî nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Nexwe ev yek bêbawerî û fikaran ava dike. Ev rewş, hiqûqî nîne.”    ‘EM BANG DIKIN KU WEKHEV NÊZÎ HER KESÎ BIBE’   Herî dawî jî Uysal ev tişt anî ziman: “Divê walî li gorî meqama xwe tevbigere. Walîtî yekem meqame ku dema pirsgirêkek derdikeve em serî lê bidin. Lê walî bi me re peywendiyan nadane û heta bersiva telefonên me jî nade. Lê bi parlamenter û rayedarên AKP’î re xebatan dimeşîne. Anku bi awayekî wekhev nêzî xelkê Şirnexê nabe. Heta ku bi awayeke wekhev û adilane nêzî her kesî dibe, em ê nêzikatiya wî teşhîr bikin. Banga me ji bo walî ew e ku wekî hev nêzî her kesî bibe û nûnertiya partiyên siyasî neke.”    MA / Zeynep Durgut