Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye 2023-10-25 09:27:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê anîn ziman ku destpêkirina hemleya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girînge û gotin: “Desthilatdar ji fikrên birêz Ocalan ditirsin. Azadiya birêz Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkên navnetewî ye.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê de bi şert û mercên giran ên tecrîdê re rû bi rû ye. Agahî negirtina ji Abdullah Ocalan û her sê girtiyên cem wî 31 meh li pey xwe hişt. Kampanyaya 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di qada navnetewî de hatiye destpêkirin welat bi welat belav dibe. Di qada navnetewî de gelek nivîskar, siyasetmedar, rojnameger û rewşenbîran piştgirî dan kampanyayê. Sazî û dezgeh pêkhateya ereb û civaka êzidî, li gel PADÊ, TAJÊ û tevgerên ciwanan bi pêşengiya Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê piştgirî dan kampanyayê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferberi dan destpêkirin.    Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xwedêda Eliyas û ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî yê Şengalê (TAJÊ) Şemo Remo têkildarî pêngava azadiya ji bo Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin axivîn.    'FIKRÊ AZAD Û DEMOKRATÎK 25 SAL IN DI BIN TECRÎDÊ DE YE'   Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Eliyas, bi lêv kir ku her pêkhateyeke Şengalê daxwaziya azadiya Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike û got: “Azadiya Ocalan, naskirina xweseriya Şengalê ye. Azadiya birêz Ocalan azadiya civaka êzidî ye, azadiya xelkê Şengalê ye. Di sala 2014'an de şagirtên serokatî bi me ve hatin. Em wê rojê jibîr nakin. Îro li Şengalê destpêkirina hemleyeke ji bo azadiya Rêber Apo girîng e. Îro serok Apo di destê dewleta tirk a hov de tê ragirtin. Sazî û dewletên ku mafê mirovahiyê diparêzin divê ku li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo xwe bêdeng nekin. Heta niha me ji van saziyan heq û hiqûq, maf nedîtiye. Me ji van saziyan rê û rêbazên mirovahiyê nedîtine. Heta niha li ser navê mafê mirovan tiştek nekiriye. Fikrê azad ê demokratîk ku her kesî birêve dibe ev 25 sal in di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Lê hêzên navnetewî yê ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin li dijî tecrîdê bêdeng in. Em vê bêdengiya wan şermezar dikin. Birêz Ocalan serokê gelên mezlûm ê berxwederê, serokê gelên xwedî îrade ye. Tecrîda li ser serokatî tecrideke ne di cih de ye. Fikrê birêz Ocalan ji xwe re weke xeteriyê dibînin û nahêlin ku ev fikir di nava civakê de belav bibe. Bi girtin û tecrîdkirina birêz Ocalan sînor li ber fikrê azadiya demokratîk danîn. Azadiya birêz Ocalan çareseriya Şengalê ye, çareseriya mafê mirovahiyê yê ser erdê ye. Ev 25 sal in bi îradeyeke mezin li ber xwe dide. Gelê wî û hêzên wî jî li gel wî li ber xwe didin. Ji ber vê yekê bidawîkirina tecrîdê û azadiya birêz Ocalan çareserkirina pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn e."   'AZADIYA OCALAN NASKIRINA XWESERIYA ŞENGALÊ YE'   Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo jî diyar kir ku armanca destpêkirina pêngava rakirina tecrîdê û azadkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha axivî: "Serokatî pêwîst dît ku şagirtên wî ber bi Şengalê ve bên û Şengalê ji tengiyê derbixînin. Ji ber wê em jî dibêjin ku îro xweseriya Şengalê û azadiya birêz Ocalan ji hev qut nîne. Heke ku birêz Ocalan azad bibe Şengal azad dibe û xweseriya Şengalê tê qebûlkirin. Îro Hikûmeta Iraq û malbata Barzanî jî piştgiriyê didin Erdogan da ku tecrîdê giran bike. Ji ber wê em azadiya birêz Ocalan pêwîst dibînin. Li ser ferze ku em vê hemleyê berdewam bikin. Heta ku azadiya serokatî em ê vê hemleya xwe bidomînin. Ev hemleye ji aliyê hemû pêkhateyên Şengalê ve hate destpêkirin. Ji ber ku kesên aşitîxwez li dijî tecrîdê derdikevin. Ew gelên bindest û civakên ku rastî zilm û zordariya desthilatdaran hatine dixwazin ku tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Em di azadiya serokatî de xweseriya Şengalê,rizgariya civaka êzidî dibînin. Îro li Şengalê herkes azadiya serokatî daxwaz dike. Ji ber ku ev 25 sal zêdetirîne ku serokê vî gelî di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Tecrîda ku di van salên dawî de xistine meriyetiyê ji salên din girantire. Salên beriya niha her çiqas tecrît hebûya jî hevdîtinên bi malbatê re hebûn. Lê piştî fermana 2014'an tecrîta li ser serokatî jî girankirin. Îro şagirtên serokatî ev gel bi vî fikr û felsefeyê birêxistin kirin. Ji ber wê êzidî îro dikarin li dijî her tiştekî bisekinin û em dikarin bi hev re tecrîdê bişkînin."