Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin 2023-10-25 14:28:47   AMED - Dadgehkirina Parlamentera HEDEP’ê Adalat Kaya dewam kir. Tevî ku belgeyên parlamenteriya wê çûn ber destê dadgehê jî lê darizandin nehat sekinandin. Daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat a li Kaya jî hat redkirin.    Parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Adalat Kaya dema Seroka Komeleya Jinan a Rosayê bû der barê wê de bi îdiaya “li dijî qanûna meşan û civînan derketiye” û “endama rêxistinê ye” doz hatibû vekirin û tê darizandin. Danişîna doza Kaya li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Kaya beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê Gozge Engîn û Gazal Bayram di danişînê de amade bûn.    Dadgehê danişînek berê ji Meclisê û Desteya Hilbijartinê ya Amedê belgeyên ku Kaya ka parlamenter e an na xwestibû. Belgeyên ku hatibûn xwestin gihîştin ber destê dadgehê û dadgehê jî got ku ev belge hatine ber destê wan. Dadger got ku belge bi kêmasî hatine. Dozger jî xwest belgeyên kêm bên temamkirin.    Parêzeran parastina miwekîlê xwe kirin û xwestin sepana qedexeya derketina derveyî welat a li ser parlamenter Kaya bê rakirin. Dadger ji bo darizandin bê sekinandin xwest dozger li ser dosyeyê bixebite û kêmasiyên wê temam bike. Dadger daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî ya li ser Kaya didome jî red kir û îdia kir ku ev qedexe li pêşiya xebatên qanûnçêkirina Kaya ne asteng in.