Bi ÇEDES'ê re li dibistanan ewlehiya zarokan nema 2023-10-26 09:04:47 RIHA - Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Mahmût Bînîcî, anî ziman ku piştî destdirêjiya miftî Halîl Bîlîk a li zarokekê, dibistan bûne qadên ne bi ewle.  Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê miftî Halîl Bîlîk dest dirêjî Î.Û. ya 12 salî kiribû. Bîlîk, di 20'ê cotmehê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin.   Derket holê ku miftî Halîl Bîlîk di çarçoveya projeya "Ez ji bo hawirdorê hesas im, xwedî li nirxên xwe derdikevim (ÇEDES)" de ku di navbera Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), Serokatiya Karên Diyanetê û Wezareta Ciwanan û Werzîşê de hatibû îmzekirin, li dibistanê wekî "şêwirmendê manewî" hatibû peywirdarkirin. Protokola ÇEDES'ê ku di sala 2021'ê de hat îmzekirin, proje tenê dibistanên navîn û dibistanên îmam xetîbê dihewîne. Lê di protokola pêvekî de ku di sala 2023'yan de hat îmzekirin, xwendekarên dibistana sereteayî yên temenbiçûk jî daxilî nava projeyê hatin kirin. Hat hînkirin ku Bîlîk ê destdirêjî zarokekê kir, li dibistanê di dersa "Jiyana Pêxemberê Me" de "perwerdehiya nirxan" dida.      Hat diyarkirin ku Bîlîk di çarçoveya protokolê de ya di navbera Diyanet û Wezareta Dadê de di 2019'an de hat îmzekirin, roleke çalak girtiye û ji bo girtî û hikumxwarên di girtîgehên vekirî de derfeta axaftinê bi dest xistiye. Hat hînkirin ku Bîlîk di çarçoveya "Çalakiya Konferansê ya Şeva Leyletul Qedrê" de serdana Girtîgeha Hejmara 1 a Vekirî ya Kaniya Xezalan kiriye û bi rêveberiya girtîgehê re danûstandin kiriye.      Ji ber ku di çarçoveya ÇEDES'ê de zarokeke 12 salî rastî destdirêjiya miftî hat, ewlehiya zarokan a li dibistanan car din bû cihê nîqaşê. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Rihayê Mahmût Bînîcî, diyar kir ku ji bo zarokan piştî malbatê nêvenga herî ewle dibistan in, lê belê piştî vê bûyera destdirêjiyê dibistan jî bûne cihê newle. Bînîcî bilêv kir ku ev ne bûyereke takekesî ye û got ku ji lewre ev protokolên navborî bi saîkên siyasî hatine çêkirin û bi vê re pergala perwerdehiyê jî bûye pergaleke siyasî. Bînîcî destnîşan kir ku jiyana zarokan bi pêngavên wiha siyasî re tune hatiye hesibandin.    BÛYERÊN DI 10 SALÊN DAWÎ DE   Bînîcî anî ziman ku di 10 salên dawî de destdirêjî, destavêtin û hwd. ên li hemberî zarokan pir zêde bûne û got: "Wezareta Perwerdehiya Neteweyî jî û YOK jî gava mamosteyan tayin dikin bi hezaran sedeman didin der. Lê belê em dibînin ku bê bi hin protokolan kesên çawa wekî 'perwerdekar' dişînin dibistaan û ev kes tarvmayên wiha tînin serê zarokan ku zaroka heya sax bin jibîr nakin."      FIKARÊN MALBATAN   Bînîcî bibîr xist ku Asim Sûltanoglû yê têkildarî bûyera destdirêjiyê ya Weqfa Ensarê de der barê wî de lêpirsîn hatibû vekirin, di 8'ê tebaxê de wekî Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Rihayê hatiye tayinkirin û got ku ji ber vê malbat bi fikar in. Bînîcî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gava em bi hev re li van her du bûyeran mêze bikin, pirsa 'Li Rihayê dibistan qadên ewle ne yan na?' pir tê bîra mirov. Ma midûrekî ku daxilî nava bûyereke wiha bûye, em ê çi hêviyê ji nêzîkatiya wî ya ji bo vê bûyera navborî bikin?' Her wiha em dibînin ku hin sazî û dezgehên li vir hewl didin kesên tiliya wan di bûyerên bi vî rengî de ne paqij bidin der. Ji bo ev kes bê ceza nemînin çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê her du bûyeran jî bişopînin."     MA / Ceylan Şahînlî