Ûcaman: Konseya Çandiniyê ya Amedê hêzekî navxweyî ye 2023-10-26 09:18:44 AMED - Serokê Odeya Endezyarên Zîraatê Samed Ûcaman, têkildarî damezrandina Konseya Çandiniyê ya Amedê axivî û got: “Ev konsey hêzekî navxweyî ye û li dijî pirsgirêkên di çandiniyê de diqewimin û ji bo ev pirsgirêk ji holê bên rakirin, hat avakirin.”   Li Amedê 9 rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên sektora taybet ji bo ku li Amedê sektora çandiniyê bi pêş ve bibin û bê birêvebirin “Konseya Çandiniyê ya Amedê” damezrandin. Ji bo rêvebirina konseyê 9 kesên ku ji saziyên cuda pêk tên û li ser çandiniyê xebatan dikin hatin hilbijartin. Konsey, ji 5 saziyên esas yên bi navên Borsaya Bazirganiyê ya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Odeya Zîraatê ya Amedê, Odeya Endezyarên Zîraatê ya Şaxa Amedê û Odeya Veterîneran a Şaxa Amedê û 4 saziyên din ku dê her tim piştî demekê bên guherandin, pêk tê.    Yek ji van saziyan Şaxa Odeya Endezyarên Zîraatê (ZMO) ya Amedê ye. Serokê ZMO’yê Samed Ûcaman, têkildarî damezrandina konseyê bi ajansa me re axivî.    ‘ÊDÎ COTKAR NIKARIN COTKARIYÊ BIKIN’   Ûcaman anî ziman ku ev nêzikî 20 sal in cotkarên li herêmê, bi taybetî jî li Amedê bi pirsgirêkên gelek cuda re rû bi rû dimînin. Ûcaman da zanîn ev pirsgirêk êdî gihiştinê wê astê ku cotkar nikarin cotkariyê bikin û wiha got: “Ji hêlekê ve problemên kesên ku li ser axê hilberînekî digirin, ji hêlekê ve jî problemên kesên ku tov difiroşin hene. Di vê mijarê de jî polîtîkayekî li ser çandiniyê nehatiye meşandin û her tim polîtîkayên xitimandinê hatine çêkirin. Li ser vê yekê em hemû beşên li ser cotkariyê kar dikin û sûdê digirin civakek ava kir. Nêzî salekê ye me li ser vê yekê xebat dikirin. Ev xebat jî ji bo ku tu bikarî êdî li ser karê bi hev re nîqaş bikî û çareseriyekê peyda bikî hat kirin. Ji hêleke din ve jî li dijî gefên li ser axa çandiyê em dixwazin seknekî rast nîşan bidin. Her wiha dê di pêşerojê de dîyalog û dîplomasî bi saziyên fermî re jî bê meşandin. Ji ber vê yekê me hemû sazî anîn ba hev û ev sazî dê di pêşerojê de weke komîsyonekê bixebite ku pirsgirêkan çareser bike."    RÊVEBERÎ JI 9 SAZIYAN PÊK TÊ   Ûcaman destnîşan kir ku di rêveberiya komîsyonê de saziyên esasî ku her dem dê di komîsyonê de bin hene û got ku komîsyon ji rêveberiya 9 kesan pêk tê. Ûcaman bi lêv kir ku ji vê rêveberiyê her kes dê li ser beşekê bixebite û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku hem ji aliyê zanistiyê ve, hem ji aliyê teknîkê ve û hem jî ji aliyê pîşeyî ve bingeha wan heye Borsaya Bazirganiyê ya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Odeya Zîraatê ya Amedê ya Şaxa Amedê, Odeya Endezyarên Zîraatê ya Şaxa Amedê û Odeya Veterîneran a Şaxa Amedê endamên komîsyonê yên daîmî ango esas in. Her çar endamên din ên komîsyonê jî dê her tim piştî demekê bê guhertin. Wê carna şîrketên dermanfiroş bin, carna dê tovfiroş bin, carna dê koperatîf hwd. bin. Bi vî şeklî dê komîsyon bi rêveberiyeke her dem xwe nûjen bike û pirsgirêkên xwe bidin pêşiya xwe.”   ‘WÊ LI SER ÇANDINÎ Û ABORIYA HERÊMÊ BANDOREKE ERÊNÎ BIKE’   Ûcaman bal kişand ser pirsgirêkên li ser axê û avê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha pirsgirêka me ya herî mezin, li ser axê ye. Dosyeyên ku wesfê axa çandiniyê bê guhertin her tim tên pêşiya me, armanc jî li dijî van dosyeyan seknek bê nîşandan e.  Her wiha li ser avdaniyê pirsgirêkek mezin heye. Li ser ekolojiyê bandoreke neyînî dike û dê pirsgirêkên cuda di siberoja me de derxîne holê. Dê li ser van tiştan jî hin xebat bên kirin. Pirsgirêk pirr in, lê çareseriyek jî ji aliyê hikûmeta fermî ve nehatiye kirin û xitimandinek çêbûye. Li gorî vê yekê jî em ê rê û rêbazên xwe bidin meşandin. Ev konsey hêzekî navxweyî ye. Dê di pêşerojê de jî hem li ser çandiniyê, hem jî li ser aboriya herêmê bandoreke erênî nîşan bide.”   MA / Bazîd Evren