Derbarê Boltan de biryara anîna bi darê zorê hate dayîn 2023-10-26 12:05:16 AMED - Danişîna doza derbarê rojnamevan Hakki Boltan de bi îdiyaa "heqaret li Serokkomar kiriye" hatiye vekirin hate lidarxistin. Dadgehê di danişînê de derbarê Boltan de biryara anîna bi darê zorê da.  Rojnamevan Hakki Boltan ji bo Midurê Karê Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş ê di jêrzemînek Cizîra Şirnexê bi şewitandinê hat qetilkirin, daxuyanî dabû. Bi îdiaya ku Boltan “Heqaret li Serokkomar Erdogan û Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûoglû kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Boltan li 12’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin.    Parêzer Resûl Temûr tevî ku ji dadgehê re ragihand ku di danişîneke din de ye jî dadgerê nû ku li şûna dadgerê dosyayê yê esas bi demkî li dosyayê dinêre, bêyî ku li benda Boltan û parêzerê wî bimîne li ser dosyayê danişîn li dar xist. Ji Boltan û parêzerên wî yên ber bi dawîbûna danişînê ve hatin eywana danişînê re hate diyarkirin ku bi ser dosyayê danişîn hatiye lidarxistin.    Dadgehê di danişînê de derbarê Boltan de biryara anîna bi darê zorê da û danişîn taloqî 5’ê adarê hate kirin.