Dadgerê doza erişa li dijî HDP’ê hate guherandin 2023-10-26 13:12:09   MÛGLA - Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Marmarîsê de dadgerê dozê hate guherandin.    Di 17’ê tîrmeha 2021’an de li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Marmarîsê êriş hatibû kirin. Duyemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Marmarîsê hate lidarxistin. Êrişkar Adnan Temel Denîzlî ku ji ber sûcên “Ziyan gihandiye avahî, tesîs an jî amûrên ji hêla partiyeke siyasî yan jî saziyeke pîşeyî ve tê bikaranîn” û “Binpêkirina parêzbendiya kargehê” girtî tê darizandin.  Denîzlî, ne anîn danişînê.    Rêveberên HDP’ê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) jî di danişînê de amade bûn.    DADGER HATE GUHERANDIN    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Ji ber ku dadgerê dozê guherî, îdianame dîsa hate xwenndin. Dadgehê, da zanîn ku bersûc Denîzlî li beşa psîkyatrî ya Nexweşxaneya Bajar a Fethî Sekîn a Xarpêtê tê tedawîkirin û dosya hêj negihiştiye ber destê dadgehê.    Parêzerên HDP’ê û dozger xwestin kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    Di danişînê de biryar hate dayîn ku heta dosya ji nexweşxaneyê tê xwe li bendê bigirin, aqûbeta serlêdana sûc a derheqê Denîzlî de li Serdozgeriya Komarê ya Marmarîsê hatiye kirin de were pirsîn û danişîn taloqî 29’ê sibata 2024’an hate kirin.