Doza Kobanê: Dosya min a beriya 21 salan anîn pêşiya min 2023-10-26 14:37:47 ENQERE - Siyasetmedara girtî Ayşe Yagci ku di Doza Kobanê de parastin kir, bal kişand ku bi dosyaya beriya 21 salan tê darizandin û wiha got: “Ev yek nîşan dide ku ev doz bi kîjan armancê hatiye amadekirin.”   Rûniştina çaremîn a danişîna 38’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hin siyasetmedarên girtî li eywanê amade bûn.    Danîşîna îro bi parastina siyasetmedar Ayşe Yagci dest pê kir. Yagci, anî ziman ku tevî îdiayên derbarê wê de razber in jî 3 sal in girtî tê darizandin. Yagci, diyar kir ku bi nêzîkatiyeke pêşdarazî mutala hatiye amadekirin û wiha got: “Birêz şande binêrin em jî dixwazin bûyerên 6-7-8’ê cotmehê bên ronîkirin. Ez dibêjim werin em ronî bikin. Ji ber vê yekê biryarên hûn bidin ne tenê ji bo me ji bo demokrasî û hiqûqa Tirkiyeyê jî dê girîng be.” Yagci, î fadeyên derbarê xwe de qebûl nekirin û bal kişand ku bi îfadeyên du şahidên ku “eleqeya wan bi dosyayê nîne” hatiye girtin. Yagci, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj ji aliyê dadgeha we ve nehatiye zelalkirin ku çima 6 sal piştî bûyeran hatim girtin. Ez ji ber şahid Ûlaş û Samî Baran hatim girtin. Her du şahidan jî yek gotinek jî negotiye ku ez ji bûyeran berpirsyar im. Di hinceta vê girtina min de yek îfadeyeke şahidekê nîne ku tev li bûyerên 6-8’ê cotmehê bûme. Ez careke din beyanên her du şahidan ên razber û ne rast qebûl nakim.”   ‘DOSYAYA MIN A BERIYA 21 SALAN ANÎN PÊŞIYA MIN’    Yagci, diyar kir ku dosyaya wê ya aydê dozeke cuda ya beriya 21 salan derxistine pêşiya wê û ev tişt got: “Tevî ku derbarê min de tiştek nîne jî hûn qeyda min a sicîlê ya sala 2002’yan nîşanî min didin, ev yek jî li dijî hiqûqê ye. Bi vê bêwijdaniyê hiqûq piştî 21 salan hatiye binpêkirin. Dema hûn biryara didin divê ne bi pêşdaraziyê li gorî rêgezên gerdûnî yên hiqûqê biryarê bidin. Mejiyê desthilatê hewl dide me bi ser dosyayên me yên berê em jê dihatin darizandin bi darizîne. Di vê wateyê de dema hûn min dinirxînin girêdayî dosyaya min a beriya 21 salan min ne nirxînin. Ez paşeroja xwe înkar nekiriye û nakim jî. Lê derxistina pêşberî min a dosyaya 21 salan nîşan dide ku ev doz bi kîjan armancê hatiye amadekirin.”   ‘HEMÛ XEBATÊN MIN QANÛNÎ NE’    Yagci, destnîşan kir ku temamê xebatên ku dimeşîne xebatên siyasî ne û ne sûc in û wiha berdewam kir: “Min her tim têkoşîna li dijî hişmendiyên zayendperest û desthilatdariyê esas girt. Di DTP’ê, BDP’ê û HDP’ê de xebatên min çêbûn. Ez li gorî bername û tuzuka van partiyan tevgeriyam. Tiştên ez dikim bi temamî di çarçoveya azadiya rêxistinkirinê û kirina siyasetê de ne. Bi temamî di çarçoveya qanûnan de mafê xwe yê rêxistinkirina demokratîk esas girtiye û xebitîme.”    ‘TIŞTA HÛN DIKIN BÊHIQÛQÎ YE’    Yagci, îşaret kir ku tu têkiliyên wê bi bûyerên 6-8’ê cotmehê nîne û ev tişt got: “Tevî vê yekê hûn mijarên hin dosyayên din esas digirin û dixwazin ji xala 302’yê ceza bidin. Derbarê min de yek delîl tune ye, delîlên ji bo başiya min jî we li ber çavan negirtin. Ji bilî vê we em li vir bi şahidên nepen dane teşhîskirin. Ne gazinker ne jî şahid min nas dikin. Şahidan gotin têkildarî 6-8’ê cotmehê de agahiya wan nîne. Tevî ku ev tişt hemû li holê ne jî neberdana min û hevalên min bêhiqûqî ye.”   Dadgehê navber da danişînê.