Rojnameger Ahmet Tulgar li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-10-26 16:22:20 STENBOL - Rojnameger-niv3ıskar Ahmet Tulgar di yekemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Rojnameger-nivîskar di 26’ê cotmeha 2022’yan de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Di yekemîn salvegera wefata xwe de Tulgar li ser gora xwe ya li Goristana Kocatepe ya li Umraniyeyê hate bibîranîn. Atolyeyên Xwendinên Femînîst bîranîn organîze kir û xizmên Tulgar, hevalên wî û gelek kes tev li bîranînê bûn. Beşdaran, tacegul danîn ser gora Tulgar.    ‘KEDKAREKÎ MEZIN Ê ÇAPEMENIYÊ BÛ’    Gerînendeyê Giştî yê Weşana Gazete Duvarê Bariş Avşar di bîranînê de axivî û wiha got: “Karên Tulgar gelek binirx bûn. Ji medyaya navendî heta ya alternatîf û belavkirina rojnameyan, keda wî di her qadên rojnamegeriyê de heye. Kedkarekî mezin ê çapemeniyê bû. Em ê wî her tim wisa bibîr bînin.”   AHMET TULGAR KÎ YE?   Ahmet Tulgar di 26’ê nîsana sala 1959’an de ji dayik bû. Piştî ji Dibistana Amadehî ya Sankt Georg a Awûstûryayê, li Zanîngeha Viyanayê Beşa Zanista Siyasetê, li Zanîngeha Bogazîçiyê jî Beşa Ziman û Wêjeya Ingilizî xwend. Bi îdiaya bi rêya weşanê propagandaya komunîzmê dike, di navbera salên 1984-87’an de di girtîgehê de ma. Di sala 1987'an de dest bi rojnamegeriyê kir û di Guneş, Nokta, Milliyet, Akşam, Vatan, Cumhuriyet, Show TV, Hayat TV, BîrGun, Evrensel, Radîkal, Bîrîkîm, Tîroj, T24 Pazar û di Gazete Duvarê de di gelek departmanan de xebitî. Her wiha 6 pirtûkên çîrokan û 2 romanên wî yên bi navên “Romana Volkan (Volkan'ın Romanı) û “Zarok û Cinawirên Wan” hene.