Li Zanîngeha Dokûz Eylulê protestoya li dijî bihakirina fiyetê xwarinê 2023-10-26 18:55:17   ÎZMÎR - Xwendekarên Zanîngeha Dokûz Eylulê ku ji bo zema ji bo xwarinê bê vekişandin kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin, piştî bidawîbûna kampanyayê li Kampusa Tinaztepe xwendekar hatin gel hev û daxuyaniyek dan. Xwendekaran diyar kir ku divê zema ji bo xwarinan bê betalkirin.   Xwendekarên Zanîngeha Dokûz Eylulê di rojên borî de li dijî zema ji bo xwarinan kampanya îmzeyan da destpêkirin. Piştî bidawîbûna kampanyayê xwendekar li kampusa zanîngehê hatin gel hev û daxuyaniyek dan.   Dîlarîn Soylû ku daxuyaniyê xwend da zanîn ku krediya xwendekaran ya hezar û 250 TL ye ne pêkane xwendekare pêk xwedî bibe, lê bistire û lêçûnên veguhestinê çareser bike.   Dîlarînê daxwazên xwendekaran wiha rêz kir:   “*Bila Rêveberiya Zanîngeha Dokuz Eylulê zema ji bo xwarinê bikşîne.   *Bila xawarinên ku mirovan têr dikin, yên baş bidin û şert û mercên xwarinê bên avakirin.   *Bila pergala rezervasyonê bê betalkirin.   *Bila butçeya zanîngehê li gorî hewcedariyên xwendekaran bên xerckirin, bila lêçûnên butçeyê bi awayekî zelal ji pêkhateyên zanîngehê re bê pêşkêşkirin.   *Di mijarên wekê xawrinê de bila nêrîna xwendekar û pêkhateyên zanîngehê bê girtin.”