Dayikên Aştiyê: Îsraîlê şermezar dikin, lê zarokên Rojava bombeberan dikin 2023-10-27 09:00:40   STENBOL - Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, gotin ku desthilata ku êrişên Îsraîlê şermezar dike, li Rojava zarokan û nexweşxaneyan bombeberan dike.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 4'ê Cotmehê ve didomin. Di van êrişan de Tirkiye dibistan, nexweşxane, bendav, tesîsên ceryan-av-petrolê û gelek qadên xizmetê hedef digire û her wiha heya niha gelek sivîlan di van êrişan de jiyana xwe ji dest daye. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navnetewyeî (HRW) rapora xwe ya têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên di navbera 5-10'ê cotmehê de belav kir. Di rapora HRW'ê de hat diyarkirin ku 3 milyon û nîv mirov bandor ji êrişan girtine.    Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, gotin ku desthilata ku êrişên Îsraîlê şermezar dike, li Rojavayê zarokan û nexweşxaneyan bombeberan dike.    ‘ÇI SÛCÊ SIVÎLÊN LI ROJAVAYÊ HEYE?'   Dayika Aştiyê Sabîha Bozan bilêv kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê SÛriyeyê qet nesekinîne û got ku Tirkiye tim êrişî herêmê dike. Bozan diyar kir ku desthilat dibêje "ez li terorê dixim" lê nexweşxaneyan, zarokan, jinana û sivîlan hedef digire û got: "Mirovên li wir mexdûr in. Çi sûcê sivîlên Rojavayê heye? Dewlet tim zilmê li kurdan dike. Li cîhanê kes ji bo me deng ji xwe dernaxîne. Dibêjin 'mafên mirovan hene', lê ev mav ji bo me nayê sepandin. Divê ne wiha be. Heçî kesên dibêjin em 'mirov in', divê li hember van êrişan rabe."   Bozan ku got "Ev pergal li ser Rojavayê şerekî qirêj dimeşîne. Naxwazin kurd serê xwe rakin û bibin xwedî maf" li dijî gotinên "kurd birayên min in" ev tişt gotin: "Em biratiyeke wiha qebûl nakin. Bira û li bira bixe? Nexwe em tu carî nebûne bira, em ê nebin jî. Em vî tiştî qebûl nakin. Em şerê li Rojavayê, şerê li ser gelên mezlûm naxwazin."    ‘DI NAVA ŞER DE EXTIYAR BÛN'   Bozan destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirov di nava şer de hatine dinê, mezin bûne û extiyar bûne û got: "Şerekî ew qasî kûr, qirêj û dirêj e ku mêjiyê mirov disekine. Êdî bes e, çima ev gelê mezlûm ev qasî di bin zilmê de ye? Em dayik pir li ber dikevin. Em êdî vî şerî naxwazin. Gel ne dijminên hev in. Ev pergal, ji bo dewleta xwe, ji bobejewendiyên xwe kurdan dikuje."    ‘QEY GELÊ KURD NE MEXLÛM E?'   Bozan bilêv kir ku şer li dijî mirovahiyê pêk tên û got ku şerê li Filistînê nayê qebûlkirin û "şer birçîbûn e, mirin e." Bozan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em jî şerê li ser Filistînê qebûl nakin û li ber radibin. Lê cîhana ku ji bo Filistînê deng ji xwe derdixe, çima ji bo kurdan deng dernaxe? Cîhan çawa nerihetiya xwe ya ji bo Filistînê dide der, divê heman tiştî ji bo kurdan jî bike. Em li tu welatî şer naxwazin."   ‘HEYA EM SAX BIN EM Ê BITÊKOŞIN'   Dayika Aştiyê Fatma Yilmaz jî diyar kir ku ew şer naxwazin û heya sax bin ew ê bitêkoşin û got: "Ew çi qasî me bikujin û me bigirin jî em ê li qadan bin. Çi dikin bila bikin, em li dijî şer in. Ew zarok, ew mirov dikin hawar û gazî. Zarok cenazeyên dê û bavên xw eradikin. Em heya sax bin em ê bitêkoşin."    Yilmaz destnîşan kir ku desthilat dixwaze kurdan qir bike û got: "Dibêjin bi kurdî neaxivin, kurdî tune ye. Em kurd in, nasnameya me jî kurd e. Em aştiyekê dixwazin ku zarokên me perîşan nebin. Em Dayikên Aştiyê divê em biçin ber AKP'ê rûnên û bibêjin 'Êdî bes e.' ME bikujin jî, me bigirin jî divê em bibêjin 'Em aştiyê dixwazin.'"   Yilmaz bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got ku ger Ocalan azad bibe dê şer bisekine. Yilmaz diyar kir ku ew dixwazin navê Ocalan bê bilêvkirin û got: "Lê têkoşîna me li ser navê Ocalan e. Wî 40-50 milyon mirovî rakir ser pêyan."    Yilmaz banga rawestandina şer kir.    MA / Rûkiye Adiguzel