5 sal in ji bo wergirtina cenaze têdikoşin 2023-10-27 09:02:45 AMED - Cenazeyê Recep Çakir ku li Nisêbînê di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da, 5 sal in radestî malbatê nehatiye kirin. Abdûrrahman Çakir diyar kir ku tekane daxwaza wan ew e ku li ser gora birayê xwe dua bikin.  Cenazeyê Endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS)  Recep Çakir (Argeş Pîran) ê di sala 2016'an de di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, 7 sal in radestî malbatê nehatiye kirin. Malbata Çakir ku li navçeya Pîran a Amedê dimîne, di sala 2018'an de hînkirin ku kurê wan di pêvajoya qedexekirinê de jiyana xwe ji dest daye. Piştî vê malbata Çakir, di 8'ê cotmeha 2018'an de bi sûcê "bêparkirina ji azadiyê" serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê da. Di daxwazanemya gilîkirinê ya malbatê de doza wergirtina cenaze jî hat kirin. Her wiha malbatê ji bo testa DNA'yê xwîn jî da.    Nimûneya xwînê ya malbatê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re şand. ATK'ê di 26'ê mijdara 2018'an de bersiv da û got nimûneya xwînê ya hatiye şandin û hestiyekî li Nexweşxaneya Dewletê ji sedî 99,9 li hev dertên. Dozger jî di 18'ê kanûna 2019'an de têkildarî giliyê malbata Çakir biryara "neşopandinê" da. Lê belê di biryarê de ji bo radestkirina cenaze tu tişt nehat gotin.    DAXWAZA DAWÎ YA DÊ Û BAV   Abdûrrahman Çakir, birayê Recep Çakir, bertek nîşanî nedayîna cenaze da û got: "Gelo qey dixwazin bi vê biryarê malbatê ceza bikin? Em behsa kesekî jiyana xwe ji dest daye dikin. Mafê me yê definkirinê heye. Em nizanin cenaze li ku derê ye. Ji ber ku me cenazeyê xwe wernegirtiye me şîna xw ejî daneniye. Ger me zanibûya lu ku ye, me yê zanibûya kêlikeke gora wî jî heye."    Abdûrrahman Çakir   Çakir destnîşan kir ku nexweşîna penêeşêrê bi bavê wî re heye û dêya wî jî nexweş e û got: "Dixwazin berî bimirin goreke kurêw an hebe û biçin li ser dua bikin. Lewma tim li benda xeberekê ne. Dêya min tim li cenazeyê birayê min dipirse. Em nikarin bersivekê bidin. Bavê min jî abwer nake ku birayê min jiyana xwe ji dest daye. XWesteka her duyan jî ew e ku goreke kurê wan hebe û biçin ser dua bikin."    Çakir bilêv kir ku di hemû bîr û baweriyan de mafê definkirinê yê miriyan heye û wiha got: "Lê ev, cenazeyê me nadin me. Bi nedana cenaze hem malbatê ceza dikin hem jî zilmê dikin. Dê lêgerîna me ya ji bo cenazeyê birayê min bidome. Ger hewce bike em ê heya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî biçin."    MA / Mehmet Guleş