Li Girtîgeha Sîncanê hemû tiştên bi kurdî qedexe ne! 2023-10-27 09:03:33 STENBOL - Ji Girtîgeha Hejmara 1 a Sîncanê 30 girtiyan name ji CÎSST'ê re şandin. Girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê pirtûkên kurdî nade wan, stranên kurdî û govendgerandin jî qedexe ne.  Li girtîgehan ji astengkirina mafê jiyanê, tenduristiyê û ragihandinê bigire heya bi astengkirina berdanê binpêkirinên mafan zêde dibin. Li Girtîgeha Hejmara 1 a Sîncanê 30 girtiyên ku cezayê muebeda girankirî li wan hatiye birîn, name ji Komeleya di Pergala Înfaza Ceza de Civaka Sivîl (CÎSST) re şandin. Girtiyan di nameyên xwe de îşaret bi binpêkirinên mafan kirine.    Girtiyan ragihand ku dema wan a hewadariyê kêm e, hewadarî qirêj e, korîdorên girtîgehê qirêj in û nayên paqijkirin, xwarinên tên dayîn nebaş û hindik in.    JI BO PIRTÛKA KURDÎ HEQDESTA WERGÊR!   Girtiyan diyar kir ku pirtûkên kurdî yên ji wan re tên şandin radestî wan nayên kirin û ji bo radestkirinê heqê wergêr ji wan tê xwestin. Her wiha gritiyan ragihand ku di heman zerfê de şandina çend nameyan qedexe ye, daxwaznameyên wan nayên bersivandin, mafê wan ê kargehan tê binpêkirin û hefteyê tenê saetekê diçin werzîşê.    Girtiyan bilêv kir ku di warê beşdariya li çalakiyên civakî cihêkarî tê kirin û gotin ku qenalên televîzyonê kêm in, radyoyên FM nadin wan, dema hevdîtinê bi saetekê sînordarkirî ye û amûrên paqijiyê ji bêgavî ji kantînê dikirin.    STRANÊN KURDÎ Û GOVEND QEDEXE YE   Her wiha girtiyan ragihand ku li girtîgehê stranên kurd û govendgerandin jî qedexe ne û gotin ku ew û girtiyên ji sûcên din di heman modulê de tên ragirtin û daxwazên wan ên ji bo guherandina odeyan hatine redkirin.    LI GIRTÎGEHÊ ŞERT Û MERCÊN TECRÎDÊ   Heval Zelal    Nûnera Qada Tematîk a CÎSST'ê Heval Zelal jî anî ziman ku têkildarî binpêkirinên mafan di 3 mehên dawî de gelek kesan serî li wan daye. Zelalê bilêv kir ku girtiyên Girtîgeha HEjmara 1 a Sîncanê pir serî li wan didin ûgot ku ev name jî bi piranî têkildarî binpêkirinên mafan e. Zelalê diyar kir ku girtî di şert û mercên tecrîdê de tên ragirtin û got ku peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê îmze daniye binî wan esas nayên girtin. Zelalê axaftina xwe wiha domand: "Pirtûkên kurdî nadin girtiyan, heqê wergêr ji wan tê xwestin. Cihêkariyek heye. Ji bo îngilîzî û erebî sepaneke wiha tune ye, lê ji bo kurdî heye. Cezayê li ser ceza li girtiyand ibirin. Ev, li dijî mafên mirovan e."    Zelalê destnîşan kir ku şert û mercên tecrîdê bandorê li derûniya girtiyan jî dikin û got ku têkildarî giliyên girtiyan serî li gelek saziyan dane.    MA / Ferdî Bayram