‘Kurd dixwazin xeber ji Abdullah Ocalan bigirin' 2023-10-27 09:16:53 WAN - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê, diyar kirin ku 32 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û gotin: "Gelê kurd dixwaze agahî ji birêz Ocalan bigire."    Pergala tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê, 32 meh in bi bêpêwendiyeke mutleq tê domandin. Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de, 32 meh in xeber nayê girtin. Rêvberên rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê diyar kirin ku tecrîd li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye.    ‘SEDEMA ALOZIYA LI ROJHILATA NAVÎN TECRÎD E'   Berpirsê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê Emîn Şeker anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tenê ne biryara Tirkiyeyê ye. Şeker destnîşan kir ku fikirên Ocalan li Rojhilata Navîn aştî û wekheviyê diparêzin û got: "Ji ber ku ev fikir li hesabê hêzên emperyalîst nayê, naxwazin paradîgmaya birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bi ruh û can bibe. Sedema tecrîdê ev e. Sedema aloziya li Rojhilata NAvîn ev e. Tecrîda li ser Ocalan tê sepandin, tenê Girtîgeha Îmraliyê nahwenîne, li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê tê sepandin. Sedema hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê tecrîda li Îmraliyê ye. Ji ber tecrîdê li girtîgehan qanûn nayên sepandin."    ÇAVKANIYA HEMÛ NEYÎNIYAN!   Şeker anî ziman ku di serî de Abdullah Ocalan ji girtiyên din ên li Îmraliyê jî xeber nayê girtin û got: "CPT, serdana Îmraliyê û girtîgehên din kir. Lê agahiyên der barê van girtîgehan de bi raya giştî re parve nake. Ev jî nîşan dide ku tu bawerî bi CPT'yê nemaye. Ji ber ku tecrîd didome li Tirkiyeyê di serî de krîza aborî, gelek pirsgirêk kûr dibin. Sedema hemû neyîniyên li welêt tecrîd e. Ji bo rakirina tecrîdê em bang li hemû rêxistinên civaka sivîl dikin ku hemû mafên demokratîk bi kar bînin."    ‘TERÎD SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'   Hevserokê Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê (Serhat Goç Der) Husnu Urgun jî destnîşan kir ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Urgun anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin ji be rnefreta li hemberî kurdan tê sepandin û wiha pê de çû: "Gelê kurd dixwaze xeberekê ji birêz Ocalan bigire. Li welatekî demokratîk divê girtîgeh li gor qanûnan tevbigerin. Li gor van qanûnan divê parêzera û malbata karibin bi girtiyan re hevdîtinê bikin. Ev pêkanîn bi temamî bêhiqûqîtî ye. Îro li Wanê bi xwe jî qanûn nayên sepandin. Em nikarin mafên xwe yên herî demokratîk jî bi kar bînin. Çavkaniya vê bêhiqûqîtiyê tecrîd e. Girtî, sirgûnî bajarine din tên kirin. Malbat nikarin xwe bigihînin zarokên xwe. Em dixwazin demildest dawî li van pêkanînan bê."    ‘DEWLET SÛC DIKE'   Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Parêzer Sînan Aras jî destnîşan kir ku li girtîgehan şert û ercên pir dijwar hene û got: "Li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke ku 32 meh in tê sepandin heye. Sepandina vê tecrîdê li dijî peymanên navneteweyî, Destûra BIngehîn, qanûna usûlê û qanûna parêzertiyê ye."    Aras bilêv kir ku dewlet bi tu awayî qanûnanê esas nagire û tecrîda li Îmraliyê didomîne. Aras wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di navbera birêz Ocalan û gel de dîwarek tê lêkirin. Dewlet bi neesasgirtina hiqûqê sûc dike."