Gelo binevser Kaya întîhar kir an hate kuştin? 2023-10-27 10:28:27   SEMSÛR - Binevser Muhammed Şukru Kaya ku bi darê zorê biribûn cihê operasyonê, jiyana xwe ji dest da. Dewletê îdia kir ku Kaya “întîhar” kiriye. Lê malbata Kaya vê qebûl nake û dibêje ku fermandarê wî gef lê xwaribûn, cilên wî yên dema bûyerê hatine îmhakirin û gumanên wan hene.    Teknîsyenê Tip a Lezgîn Binevser ê Muhammed Şukru Kaya (25) 5 meh bû li 2’yemîn Fermandariya Artêşê ya Meletiyê wezîfedar bû. Kaya û tîma wî ji bo êrişa li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê birin Colemêrgê û ji wir jî derbasî Başûr bû. Hat îdiakirin ku Kaya di 22'yê cotmehê de li Herêma Federe ya Kurdistanê întîhar kiriye û cenazeyê wî anîn Semsûrê. Malbata Kaya bawer nake ku kurê wan întîhar kiribe û gumanbar in.    Xalê Kaya, Îbrahîm Halîl Aydin têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û got gumanên wan hene.    'EM QEBÛL NAKIN KU ÎNTÎHAR KIRIBE’   Aydin, diyar kir ku ji ewil ji malbatê re hatiye gotin ku kurê wan “şehîd e” û wiha got: “Piştre jî gotin întîhar kiriye. Vê yekê gumanên me mezintir kir. Fermandarekî ji malbatê re got; ‘Saet di 11.50’an de dema ji bo firavînê rûdinişt, bi çeka xwe li bin alûşka xwe xist û întîhar kir.’ Saet derdora 17.00’an agahî dan malbatê. Cenazeyê wî di danê sibehê de bi wesayîteke sivîl anîn. Şêweyê anîna cenazeyî em êşandin. Em bawer nakin ku întîhar kiribe. Em bi kesên cenaze anîn re her tim di nava têkiliyê de bûn. Me jê re got dema hûn gihiştin Semsûrê agahî bidin me ku em bên cenazeyî bigirin. Lê bêyî agahiyê bidin me, cenaze birin morgê û piştre gotin cenaze li wir e.”    Xalê Kaya, Îbrahîm Halîl Aydin   'CILÊN WÎ HATIN TUNEKIRIN’   Bi domdarî Aydin anî ziman ku li gor agahiyên ber destê wan, cil û bergên xwarziyê wî yên di dema întîharê de li ser bûn, li cihê bûyerê hatine îmhakirin û wiha pê de çû: “Li ser cilên radestî malbatê hatin kirin tu xwîn tune bû. Beşa jêrîn a kamûflajê heye lê ya jor tune ye. Ne binkirasê wî û ne jî solên wî hene. Ger bi fîşekekê bimira, diviyabû xwîna wî li hemû cilên wî birijiya. Cil û bergên ku wî bi kar dianî bi kincên nû hatin guhertin. Li gorî agahiyên ku malbatê ji çawîşê pispor ê li wir girtiye, cil û bergên ku dema mirine li xwe kirine, li cihê bûyerê hatine îmhakirin. Vê yekê gumanên me mezintir kir.”   ‘BI ÎDÎAYA XIYANETÊ GEF LÊ HATINE XWARIN’   Di berdewamê de Aydin destnîşan kir ku xwarziyê wî bi darê zorê birinê herêma operasyonê û ev tişt anî ziman: “Li gorî agahiyên ku dayik û xwişka wî dane, xwarziyê min xwestiyê karê xwe yê bijîşkiyê bidomîne lê fermandarê wan ê li Meletiyê ew bi xiyanetê sûcdar kiriye. Jê re gotiye; ‘heke tu çekê negirî û nehêy operasyonê, em ê te weke xayîn ragihînin.’ Piştre jî gef û heqaret lê kirine. Bi wî fermandarî re çû Colemêrgê û li başûrê Kurdistanê tev li şer bû. Wî nedixwest beşdarî operasyonê bibe lê ew bi darê zorê birin.”   ‘EM Ê GILIYÊ WAN BIKIN’   Aydin, diyar kir ku xwarziyê wî amadekariya zewaca xwe dikir û axaftina xwe wiha qedand: “Ew ne kesekî wisa bû ku xwe bikuje. Amadekariyên zewacê dikir. Ji bavê xwe re perê şandibû û gotibû; ‘zêr bikire, dema vegeriyam dê bizewicim.’ Kesekî van planan dike dê çawa întîhar bike? Otopsiyeke berfireh nehatiye kirin. Em dixwazin otopsiya berfireh bê kirin. Em dixwazin hîn bibin ka çi xesar di laşê wî de heye. Em dixwazin her kesê di tîma wî de û rapora balîstîk û otopsiyê bê lêkolînkirin. Ji ber ku gumanên me ji her kesên li wir bûn heye. Piştî otopsiya berfireh em ê giliyê wan bikin.”    MA / Mahmût Altintaş