Rayedarê firmaya ku tamîra asansorê kiribû hat binçavkirin 2023-10-27 12:51:34     AYDIN - Têkildarî Zeren Ertaş a ku li Wargeha Xwendekarên Keçik a Guzelhîsarê di encama ketina asansorê de jiyana xwe ji dest da, rayedarê firmaya ku tamîra asansorê kir, hat binçavkirin.   Li Wargeha Xwendekarên Keçik a girêdayî KYK’ê ya li navçeya Efelera Aydinê di encama ketina asansorê de xwendekara bi navê Zeren Ertaş jiyana xwe ji dest dabû. Lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Aydinê der barê bûyerê de hatibû destpêkirin, berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de rayedarê firmaya ku tamîra asansorê kiribû M.B. hat binçavkirin.    Kar û barên îfadedayîna M.B. li Fermandariya Leşkeriyê ya Aydinê didome.