Nobeta ji bo Can Atalay hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome 2023-10-27 13:03:14   STENBOL - Ji bo parlamenter Can Atalay ku AYM’ê derheqê wî de biryara “binpêkirina maf” dabû, li pêşiya Edliyeya Stenbolê nobet hatibû destpêkirin. Nobet, di roja duyemîn de didome.    Dadgeha Destûra Bingehên (ATM) ji bo Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay ku girtî ye, biryara “binpêkirina maf” dabû. Ji bo Atalay, li pêşiya Edliyeya Stenbolê nobet hatibû destpêkirin û nobet du roja duyemîn de didome. Parêzeran da zanîn ku heta biryara berdanê ya Atalay ji hêla 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran ve tê dayîn dê çalakiya xwe bidomînin.