Ji ber axaftina bi kurdî îşkence li girtî hat kirin 2023-10-27 13:08:59   STENBOL - Li Girtîgeha Marmamarayê giriyê bi navê Îsa Îpeklî yê ku bi girtiyek din re bi kurdî axivî, bi gef û îşkenceya leşkeran re rû bi rû ma.    Li Girtîgeha Marmamarayê (Girtîgeha Sîlîvriyê) girtiyê bi navê Îsa Îpeklî ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê roja 20’ê cotmehê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê hat kirin. Bi hinceta ku Îsa Îpeklî bi girtiyek din re bi kurdî axivî ye, bi îşkence û gefên leşkeran re rû bi rû ma.    Şaxa Komeleya Hiqûnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê têkildarî nêzîkatiya nijadperest, gefxwarin û îşkencekirina li dijî miwekîlê xwe Îsa Îpeklî daxuyaniyek nivîskî belav kir.    OHD’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku piştî tedawiya Îpeklî bi dawî dibe li odeya sekinandinê bi girtiyek din re bi kurdî daixive û leşkerên li wir amade bûne ji girtî re gotine, ‘bi zimanek nayê fêmkirin neaxive, piştî hûn çûn qawîşa xwe hûn ê biaxivin’. OHD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku girtî bi mudaxileyek nijadperest re rû bi rû maye û ji ber girtî li dijî vê nêzîkatiyê axaftina bi kurdî dewam kirine û leşkeran heqaret û gef li girtiyan xwariye.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku leşkeran heta ku ji nexweşxaneyê Îpeklî birine ber maşîneya rîngê nefes nedaye û nestendiye, heta ku ketiye erdê lêdane.    OHD’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku sûcên ku leşker û polîs dikin bûye polîtîkaya dewletê ya ku her tim dike û nayê wê maneyê ku wezîfedarên cemaweriyê ku sûc dikin neyên darizandin û di sûcê îşkenceyê de demborî nîne.    DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ    OHD’ê di daxuyaniyê xwe de xwest ku der barê leşkerên ji ber axaftina kurdî îşkence û muameleya xerab li girtiyan kirine demildest ji wezîfeyê bên girtin û der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.    ‘EM ÊRIŞÊN LI SER ZIMANÊ KURDÎ QEBÛL NAKIN’    OHD’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em li dijî her cure êrişên nijadperest û şoven ên li ser ziman û çanda gelê kurd in. Em ê li dijî van êrişan û îşkenceyê her li ba gelê xwe cih bigirin. Em ê heta dawiyê van sûcên îşkenceya tê kirin û êrişên li ser zimanê kurdî bişopînin.”