Girtiyê ku tiliyên wî ketin ber berkazê nebirin nexweşxaneyê 2023-10-27 13:14:35   AMED - Du tiliyên girtiyê nexweş Civan Boltan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin ketin ber berkazê û birîndar bû. Bi ser re 6 roj derbas bûn lê hêj jî Boltan nebirine nexweşxaneyê.    Girtiyê nexweş Civan Boltan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a girtiyên divê bi lezgînî bên berdan de cih digire. Boltan, nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî yên rojane bicih bîne. Çavekî wî nabîne, destê wî yê çepê tune ye û di mejiyê wî de jî parçeyên şarapnalê hene. Boltan, tenê dikare destê xwe yê rastê bikar bîne lê di 22’yê cotmehê de destê wî ma ber berkaza ku tê de xwarin tên dayîn. Ji ber vê yekê du tiliyên wî birîndar bûn. Hat zanîn ku Boltan nebirine nexweşxaneyê.    HEVDÎTINA LI SER TELEFONÊ   Dayika Boltan, Nazîme Boltan îro di danê sibehê de li ser telefonê bi kurê xwe re axivî û Boltan têkildarî rewşê agahî bi dayika xwe re parve kir. Dayik Boltan wiha got: “Ciwan got ku 6 roj berê dema xwarin dihat dayîn, hêj xwarina xwe wernegirtibû ku berkaz hate kişandin û destê wî ketiye ber berkazê. Got ku tiliyê wî gelek texrîb bûne û ji bo kontrolê nebirine nexweşxaneyê yan jî revîra girtîgehê. Got ku ev 6 roj in bi êşa tiliyên xwe dijî.”    ‘EV ZILM ÇIMA TÊ KIRIN?’   Bi domdarî Boltan diyar kir ku kurê wê ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne û axaftina xwe wiha qedand: “Ev zilm çima tê kirin? Hûn çima nabin nexweşxaneyê? Hûn pariyekî nan didin lê wê jî di qirikê de dihêlin. Heke hûn dê wiha bikin wê demê xwarinê nedin. Zarokên me jixwe nexweş in û hûn tedawî nakin. Qet nebe bihêlin em wan bidin tedawîkirin.”