Polîsan kartên hafizeya wênekêşê xera kirin! 2023-10-27 13:18:10   AMED - Kartên hafizeya wênekêşê yên aydî rojnamevan Rohat Bulut ku ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin, hatin xerakirin.    Rojnamevan Rohat Bulut bi 15 hevalên xwe yên rojnamevan re di hezîrana 2022’yan de hatibû girtin û piştî 13 mehan di danişîna ewil de hatibûn berdan. Kartên hafizeya wênekêşê yên aydî Rohat Bulut ku di serdegirtina mala wî de hatibûn desteserkirin, lê hatin vegerandin. Bulut kartên xwe ji Şaxa TEM’ê ya Amedê wergirt. Hat dîtin ku kartên Bulut hatine xerakirin.    Bulut bertek nîşanî xerakirina kartên xwe da û destnîşan kir ku polîsan bi zanebûn kartên wî xera kirine û ew ê giliyê vê yekê bike.