Çêrên Adan ê MHP’î li girtekê nehat nivîsandin 2023-10-27 13:19:41   ENQERE - Serokwekîlê Meclisê yê MHP’î li Meclisê çêr li Parlamenterê HEDEP’ê Sirri Sakik kir. Lê belê çêrên Adan li girtekê nehat qeydkirin.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Agiriyê Sirri Sakik şevê din li Lijneya Giştî ya Meclisê axivî. Sakik, di dema axaftina xwe de komkujiyên di dîroka komarê de hatine kirin li ser kaxiza ruloyê nîşan da. Piştî bidawîbûna axaftina Sakik, Serokwekîlê Meclisê yê MHP’î ku ji bîr kir mîkrofon vekirî ye, di weşana zindî de çêr li Sakik kir. Tevî dîmenan jî çêrên Adan li girteka Meclisê nehat nivîsandin.