Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê mirina Ertaş protesto kirin 2023-10-27 14:27:04   AMED - Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê mirina Zeren Ertaş û bûyera tacîzê ya li zanîngeha wan qewimîn bi çalakiya rûniştinê protesto kirin.    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo mirina Zeren Ertaş a li Wargeha Xwendekarên Keçik a Guzelhîsara Aydinê ku asansör ket û bû sedema mirina wê û bûyera tacîzê ya li zanîngeha wan qewimî şermezar bikin, li ber avahiya karên xwendekaran çalakiya rûniştinê li dar xistin. Gelek xwendekar beşdarî çalakiyê bûn.    Xwendekaran bênavber dirûşmên berz kirin û dowîzên wek “Jin jiyan azadî”, “Qatil KYK” û “Liheyfa we daye bû kefenê Zerenê” hildan.    Xwendekaran piştî demeka çalakiyê xwestin heta avahiya rektoriyê bimeşin. Polîsan xwendekar dorpêç kirin û meşa wan asteng kirin. Xwendekaran bi berzkirina dirûşmeyan astengiya polîsan protesto kirin. Piştre xwendekaran di nav dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Elîf Çoban li ser navê xwendekaran daxuyanî da. Çoban ji malbata Zeren Ertaş re sersaxî xwest û bal kişand ser bûyerên li zanîngehan diqewimin û destnîşan kir ku wê ciwanên bi rêxistinkirî hesab ji kujeran û desthilatdariyê bixwazin.      Xwendekaran got heta ku rektor bê cem wan dê çalakiyên xwe bidomînin.