Cenazeyê Zeren Ertaş a li wargeha dewletê jiyana xwe ji dest da hate veşartin 2023-10-27 15:20:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Zeren Ertaş a ku encama ketina asansora li Wargeha Xwendekaran a KYK’ê ku lê dima jiyana xwe ji dest da li Goristana Kurtkoyê hate veşartin. Bav Akin Ertaş êşa xwe bi van gotinan anî ziman: “Bila canê tu zarokan neşewite, bila agir nekeve mala tu dayik û bavan.”   Li Wargeha Xwendekarên Keçik a girêdayî KYK’ê ya li navçeya Efeler a Aydinê di encama ketina asansorê de xwendekara bi navê Zeren Ertaş jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Ertaş a xwendekara pola 4’an a Fakulteya Zanîstên Îdarî û Siyasî ya Zanîngeha Adnan Menderes merasîma cenaze hate lidarxistin. Cenazeyê Ertaş ewilî anîn ber deriyê mala wê ya li Kurtkoy a navçeya Pendîk a Stenbolê.    Malbata Zeren, xizm û hevalên wê û gelek xwendekarên zanîngehê cenazeyê Zeren pêşwazî kirin. Cenazeyê Zeren piştî duayên li vir hatin kirin, ji bo wecîbeyên olî birin Mizgefta Navendî ya Kurtkoyê.   Bav Akin Ertaş ê li mizgeftê axivî, êşa xwe bi van gotinan anî ziman: “Bila canê tu zarokan neşewite, bila agir nekeve mala tu dayik û bavan.”   Cenazeyê Zerenê ji bo bê veşartin birin Goristana Kurtkoyê û li vir bi girîn û şînê hate veşartin.