Heta niha li Xezeyê 7 hezar û 326 kes mirin e 2023-10-27 15:26:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku 298 kesên din jî di êrişên Îsraîlê de canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyan bi giştî bûye 7 hezar û 326 kes.    Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê têkildarî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê daxuyaniyek nû belav kir. Wezareta ragihand ku di 24 saetên dawî de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 298 kes lê zêde bûne û bi giştî 7 hezar û 326 kesan jiyana xwe ji dest daye.