Komek nijadperest êrişî xwendekaran kirin 2023-10-27 15:41:21   ÎZMÎR - Komek MHP’yî êrişî xwendekarên li Zanîngeha Demokrasiyê ya Îzmîrê ku têkildarî mirina Zeren Ertaş belavok, belav dikirin, kir.    Komek xwendekar li Zanîngeha Demokrasiyê ya Îzmîrê têkildarî Zeren Ertaş a di encama ketina asansora wargeha KYK’ê ya Aydinê de jiyana xwe ji dest da, belavok belav kirin. Personelên ewlehiya zanîngehê û polîsan xwestin xwendekaran ji dibistanê derxin. Xwendekar li ber polîs û ewlekaran rabûn. Li ser vê yekê komek MHP’yî hat cem polîsan û gotin, “heke hûn mudaxileyî van nekin em ê bikin’ û gef xwarin. Vê koma nijadperest hewlda êrişî xwendekarên demokratîk bike. Polîsan mudaxileyî bûyerê kir û li ser vê yekê xwendekar derbasî beşa kantînê ya zanîngehê bûn.    Aloziya li zanîngehê didome.