Di doza kuştina karmend Mungan de li 4 kesan cezayê muebbetê hate birîn 2023-10-27 16:15:57   MÊRDÎN - Di doza kuştina karmend Oktay Mungan li Nisêbînê de karmend Şerîf Başak jî di nav de li 4 kesan cezayê muebbeta giran hate birîn.    Di 10’ê sibata 2021’an de li dijî karmend Oktay Mungan êrişa çekdarî hate kirin û Mungan bi giranî birîndar bû. Mungan, di 1’ê adarê de jî jiyana xwe ji dest da. Têkildarî kuştina Mungan ji hêla komeke çete ve 19 kes hatin binçavkirin. Danişîna doza Mungan li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Bersûcên girtî Denîz Işik, Oguzhan Karayilan, Abdullah Er, Gurkan Çalişkan û Onur Yilidiz û endamên koma çete yên ji dosyayeke cuda girtî Dogan Oral, Eyyup Aksoy û Kemal urun bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Bersûxên negirtî tên darizandin karmend Mehmet Şerîf Başak û Îzzettîn Duzkaya, Adnan Koç, Abdullah Er, Ahmet Yildiz, Oguzhan Karayilan, Sînan Demîrtaş, Cemal Dînç, Leyla Oral, Dara Yaruk û Ugur Kaya tev li danişînê nebûn.    Her wiha parêzerên bersûcan û mexdûran jî di danişînê de amade bûn. Dozger, mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Piştre jî parêzeran parastina xwe kir. Dadgehê jî ji bo biryarê navber da.      Piştî navberê, li parastinên dawî yên bersûcan hatin guhdarîkirin.    CEZAYÊ MUEBBETÊ LI 4 KESAN HATE BIRÎN    Dadgehê bi sedema “Bi plankirî mirov kuştiye” û “xebatên çetetiyê” cezayê muebbeta giran da Onur Yildiz û Denîz Işık. Her wiha ji ber sûcê “ziyan gihandiye mal” 2 sal cezayê hefsê da Yildiz û bi heman sedemê salek û 8 meh ceza da Işik. Di heman demê de dadgehê bi sedema “ji bo kuştina mirovan teşwîq kiriye” cezayê muebbeta giran da Vedat Urun û Mehmet Şerîf Başak û xwest bên girtin.    Dadgehê bi sedema “Ji bo kuştina mirovan alîkarî daye” li Îzettîn Duzkaya 12 sal û 6 meh, li Gurkan Çalişkan 16 sal, li Ahmet Yildiz 15 sal û li Adnan Koç 16 sal cezayê hefsê birî. Dadgehê bi sedema sûcê “Çek li gel xwe girtiye” salek cezayê hefsê da Dogan Oral. Ji bo Kemal Urun ku weke serokê çeteyê tê zanîn û endamên din jî biryara beraetê da.