Rapora Girtîgehên Êlihê: Girtî li erdê radizin, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan 2023-10-27 16:40:56   ÊLIH - Di rapora girtîgehan a Baroya Êlihê de hate diyarkirin ku girtî li erdê radizin, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan.    Baroya Êlihê rapora têkildarî Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên Tîpên T û Tîpên M yên Êlihê amade kiriye li avahiya xwe aşkere kir. Ji bilî Serokê Baroyê Erkan Şenses endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Navenda Mafên Mirovan a Sedat Ozevîn a Baroya Êlihê Rostem Siyahtaş diyar kir ku di çarçoveya serlêdanên ji wan re hatine kirin li girtîgehan hevdîtin kirine û xisûsên tespît kirine, kirine rapor.    BINPÊKIRINÊN MAFAN    Siyahtaş, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê bi 6 girtiyan re hevdîtin pêk anîne û anî ziman ku wan pirsgirêkên wekî hejmara zêde ya li qawişan, paqijî, av, bihayên zêde, bihayên zêde yên fatorayên ceyranê, nedana kargoyan a ji girtiyan re, xespa mafê daxwazname û aktîvîteyên civakî tespît kirine.    Siyahtaş, bi lêv kir ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê jî bi 6 girtiyan re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Hate diyarkirin ku tevî di ketina girtîgehê de deng ji cîhazê X-rayê nayê jî bi dedektorê li ser parêzeran digerin, qawiş gelek qelebalix in, ji ber vê yekê pirsgirêka wan nivînan heye, mînak di qawişeke 10 kesî de 4 cih hene, ji ber vê yekê qismekî girtiyan neçar dimîne li erdê radize. Yek ji girtiyên ku pê re hevdîtin hate kirin L.C.Î. diyar kiriye ku di mûayeneyên bijîşkan de kelemçe nayên derxistin, hin bijîşk bi vî awayî mûayeneyan dikin, li kantînê tişt biha ne, destûrê didin qismekî weşanên demkî, di hin qawişan de televizyon nîne, di radyoyê de tenê radyoya bi navê A Haber heye, di hevdîtinên malbatan de mudaxileyên keyfî yên gardiyanan gelek hebûne, di xwegihandina malzemeyên paqijiyê yên jinan de pirsgirêkê dijîn, pêdiviyên wan ên revîrê nayên pêşwazîkirin, nikarin xwe bigihînin cilên li gorî şertên demsalê û di vî warî de sînorkirinek heye.”   XWARINA JI BO KESEKÎ DIDIN 3 KESAN    Siyahtaş, da zanîn ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Êlihê jî bi 4 girtiyan re hevdîtin kirine û pirsgirêkên li vê derê jî wiha rêzkirin: “Di hevdîtinên parêzeran de hin pirsgirêkên weke dengên di asteke nizm de jî ji aliyê gardiyanên li ber derî disekinin tê bihîstin, tevî ku bi rapora bijîşk tên arastekirin jî têkildarî xwegihandina tenduristiyê pirsgirêkê dijîn, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan, divê bi ser rapora bijîşkan danekî din ê xwarinê bidin hin girtiyan lê nadin, li qantînê marqeyên nêzî hin nêrînên siyasî tên firotin, li girtîgehê kotaya avê heye, ev yek ji bo girtiyan dibe pirsgirêk, di rojê de bi navbeyn 2-3 saetan av diherike, hem di ava vexwarinê de hem jî di ava ji bo serşuştinê de her tim birîn çêdibe, di hefteyeke dawî de pirsgirêka avê zêdetir bûye, hin gardiyan li gorî rûmeta mirovahiyê nêzî girtiyan nabin hatin parvekirin.”   Siyahtaş, destnîşan kir ku dê têkildarî pirsgirêkên heyî bikevin nava hewldanan.