ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-28 09:00:47   * Parlamentera HEDEP’ê Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku êrişên li dijî çar parçeyên Kurdistanê girêdayî hev in û destnîşan kir ku divê li dijî vê yekê têkoşîneke topyekûn bidin meşandin.    * Nivîskar Mem Bawer ku tenê bi wêjeya zarokan re eleqedar dibe, bal kişand ser girîngiya wêjeya zarokan û destnîşan kir ku wêjeya zarokan ji bo siberoja zarokan xwedî roleke girîng e û got: “Divê weke pirtûkekê li wêjeya zarokan neyê mêzekirin.”   * Li Osmaniyeyê dosyeyê der barê 3 siyasetmedaran de ku bi hinceta ajandayn DBP'ê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "peydekirina aboriyê ji bo rêxistinê" hatibû vekirin, ji ber "kêmbûna delîlan" hat girtin.    * Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku ji ber ferzkirina "lêgerna li hundirê dev" mafê wî yê dermankirinê hat xespkirin, got: "Dixwazin cenazeyên me ji girtîgehan derkevin.   * Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Mahmût Dîndar bal kişand ser bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser siyaseta Rojhilata Navîn û got: "Bi fikirên Ocalan li Rojhilata Navîn aştî pêkan e."    * Berdana Abdûrrahîm Yazol ê HDP'î, ji ber ku "poşmanîtî" qebûl nekir, 9 mehan hat taloqkirin.    * Îsa Kizil şahidê hovîtî û îşkenceya li Zindana Amedê ye. Wî heta nefesa xwe ya dawî jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê kir. Kizil ku dirûşma “ez ji bo gelê xwe deyndar im” ji xwe re kiribû bingeha jiyanê, her tim digot “ez ê li ser rêya Mazlûm, Kemal û Xeyrî bimeşim û bibim mêvanê wan.”    * Malbata penaber Îsam Haciramadan (44) ku 14 roj in tu agahiyê ji Haciramadan nagire, serî li Komeleya Mafên Mirovan da. Îdareya Koçberiyê ji bo Haciramadan îdia kiribû ku hatiye dersînorkirin.    * Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'a Mêrdînê dê Sempozyuma Bajêr a 1'emîn ku dê du rojan bidome li avahiya baroyê li dar bixe. (10.00-17.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe winda bipirsin û faîl bên girtin dê di hefteya 969'emîn de bli Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê dê li gelek bajaran daxuyaniyên piştevaniya bo Dayikên Şemiyê li dar bixin. (12.00)   * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'a Amed û Êlihê dê çalakiyên "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" berdewam bikin. (12.00)   * Komek siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, hunermend û rewşenbîr dê "Deklarasyona Banga Aştiyê" li hotelek Taksîma Stenbolê eşkere bikin. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê li ber avahiya xwe û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî li ber ÎHD'a Enqereyê dê daxuyaniyên ji bo girtiyên nexweş berdewam bikin. (13.30)