Ji bo ajandaya partiya siyasî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' lêpirsîn 2023-10-28 09:05:25   OSMANIYE - Li Osmaniyeyê dosyeyê der barê 3 siyasetmedaran de ku bi hinceta ajandayn DBP'ê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "peydekirina aboriyê ji bo rêxistinê" hatibû vekirin, ji ber "kêmbûna delîlan" hat girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê, bi hinceta ajandayên aîdî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên li bajêr hatin belavkirin, di 20'ê kanûna 2022'yan de der barê berdevkê DBP'ê yê Osmaniyeyê Îsmaîl Esen, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Celal Eker û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ê Osmaniyeyê Muslum Çagan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û peydekirina aboriyê ji bo rêxistinê" lêpirsîn da destpêkirin.    BIRYARA NEŞOPANDINÊ   Di lêpirsînê de hat îdiakirin ku Esen û Çagan ajanda firotinê û bi vê "aborî ji bo rêxistinê peyde kirine." Her wiha hat derpêşkirin ku têkiliya Esen bi du kesan re heye. Di çaçroveya lêpirsînê de bi pesendkirina Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1'ê ya OSmaniyeyê der barê her 3 kesan de şopandina teknîkî û fîzîkî hat destpêkirin.    Dozger, di 24'ê Îlonê de dosyeya lêpirsînê bi hinceta "kêmbûna delîlan" girt. Di biryarê de hat diyarkirin ku di şopandina teknîkî ya 2 mehan de tu unsûreke sûcî nehatiye tespîtkirin. Her wiha di biryarê d ehat destnîşankirin ku qeydên di şopandina teknîkî de hatine bidestxistin jî di 22'yê sibatê de ji holê hatine rakirin.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen