Girtiyê nexweş Îvrendî: Dixwazin cenazeyên me ji girtîgehê derkevin 2023-10-28 09:06:12   MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku ji ber ferzkirina "lêgerna li hundirê dev" mafê wî yê dermankirinê hat xespkirin, got: "Dixwazin cenazeyên me ji girtîgehan derkevin."    Girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku 29 sal in girtiye û nexweşîna dil, hîpertansiyon, kolestrola zêde, astim û hwd. pê re hene, li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê ji ber ferzkirina "lêgerîna li hundirê dev" qebûl nekir, nayê dermankirin.    Îvrendî di 25'ê cotmehê de bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Îvrendî ragihand ku ji ber ku nêzîkatiyên rûmetşikên ên gardiyan û leşkeran qebûl nake, mafê wî yê tenduirstiyê tê binpêkirin.    Dîlan Orûç diyar kir ku divê bavê wê salek şûn de bê berdan û got: "Ji lewma rêveberiya girtîgehê çi astengî hebin dide ber bavê min. Bavê min sewqî nexweşxaneyê nakin."    ÎVRENDÎ: DIXWAZIN CENAZEYÊ MIN JI GIRTÎGEHÊ DERKEVE   Orûç bilêv kir ku bavê wê jê re gotiye mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin û got ku bavê wê li dijî helwesta leşkeran gotiye: "Ev helwest, helwesteke rûmetşikên e, bêrûmetî ye. Ez vê bêrûmetyê qebûl nakim. Ji ber ku salek ji berdana min r emaye, min nabin nexweşxaneyê û naxwazin ez sax ji girtîgehê derkevim, dixwazin cenazeyê min ji girtîgehê derkeve."   Orûç bal kişand ser cihêkariya li girtîgehan û got: "Ji bo girtiyn edlî her tiştî dikin, lê çima bêderfetiyê li girtiyên syasî ferz dikin? Bavê min 60 salî ye û ge rji girtîgehê derkeve, dê di umrê xwe yê mayî de li hember nexweşînê bitêkoşe. Salek wî maye, qet nebe divê sûdê ji berdana şertî bigire. Em ê ji bo vê têkevin nava hewldanan."    MA / Ergîn Çaglar