Parlementerê HEDEP'ê: Tekane kesê dawî li şer bîne Abdullah Ocalan e 2023-10-28 09:07:08   WAN - Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Mahmût Dîndar bal kişand ser bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser siyaseta Rojhilata NAvîn û got: "Bi fikirên Ocalan li Rojhilata Navîn aştî pêkan e."    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrişan de ku ji 4'ê Cotmehê ve didomin, nexweşxane, mizgeft, santralên ceryanê, depoyên genim û rafîneyên petrolê hedef tên girtin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ê Wanê Mahmût Dîndar, anî ziman ku Tirkiye bi bombekirina Rojavayê sûcê li dijî mirovahiyê dike.    MIRINA SIVÎLAN    Dîndar bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn ku her diçe gurtir dibe û got ku hêzên serdest dixwazin dewlemendiyên sererd û binerdê ên li wir bi dest bixin. Dîndar bilêv kir ku ji ber şer gelên Rojhilata Navîn zirarê dibînin û wiha pê de çû: "Hêzên serdest ji bo berjewendiyên xwe gelên li wir dikujin û vîna wan tune dihesibînin. Pevçûna di navbera Îsraîl û Hamasê de zirarê dide gelan. Her wiha heman şer li Rojavayê jî heye. Dewleta tirk, bi hin bahaneyan bi salan dixwaze bikeve wir û bi salan e wir bombe dike. Bi van êrişan nexweşxane, mizgeft, santralên ceryanê, depoyên genim û rafînerên petrlê û qadên jiyanê tên bombebarankirin. Lê bel cîhan ji bo vê komkujiyê deng ji xwe dernaxe."    'TEKANE KES ABDULLAH OCALAN E'   Dîndar bilêv kir ku tekane kesê ku dawî li şerê li Rojhilata Navînê bîne Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Tirkiye ji aliyekî ve ji bo bidawîbûna şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de bang dike. Li aliyê din jî Rojavayê bombebaran dike û li wir sûcê li dijî mirovahiyê dike. Li vir nakokiyeke mezin heye. Divê polîtîkaya dewletekê ne wiha be. Mirov bi kuştinê nagihê cihekî. Ev zilma li Rojhilata Navîn bi salan e didome. Tekane kesê ku dawî li vî şerî bîne birêz Abdullah Ocalan e. Lewma demildest divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Bi fikirên Ocalan li Rojhilata Navîn aştî pêkan e. Ji bo vê jî pêdivî bi azadiya fîzîkî ya Ocalan heye."