'Poşmanîtî' qebûl nekir berdana wî 9 mehan hat taloqkirin 2023-10-28 09:07:53   STENBOL - Berdana Abdûrrahîm Yazol ê HDP'î ji ber ku "poşmanîtî" qebûl nekir, 9 mehan hat taloqkirin.    Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Esenler a Stenbolê Abdûrrahîm Yazol di 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 7 sal ceza lê hat birîn. Yazol ewilî di Girtîgeha Hejmara 5 a Sîlîvriyê de ma, paşê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê hat kirin. Yazol, diviyabû di 6'ê Cotmehê de bihata berdan, lê belê ji ber ku ferzkirina "poşmanîtiyê" ya Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê qebûl nekir, berdana wî 9 mehan hat taloqkirin.    DI QAWÎŞEKE 9 KESÎ DE 26 KES DIMÎNIN   Musevver Yazol, hevjîna Abdûrrahîm Yazol, ragihand ku li ber vê biryara "bêhiqûqî" rabûne. Yazol bilêv kir ku hevjînê wê li girtîgehê rastî binpêkirinên mafan tê û got ku hevjînê wê ev tişt ragihandine: "Di qawîşeke 9 kesî de 26 kes dimînin. Li ser ranzayekê du kes radizên. Parêzer ji bo vê tevgeriyane. Lê gotine ji ber ku li girtîgehê cih nemaye, tiştekî wiha kirine. Tim davêjin ser qawîşên wan."    ŞERT Û MERCÊN TECRÎDA GIRAN   Yazol anî ziman ku li qawîşa ku hevjînê wê lê dimîne girtiyên nexweş jî hene û got ku girtî rastî zextên derûnî tên. Yazol wiha domand: "Tecrîdeke giran heye. Ev polîtîka, polîtîkaya 'em ê kurdan çawa biqedînin' bi xwe ye. Hemû kesên xwedî îrade digirtin. Vê yekê tenê li girtiyan nakin, li derve li malbatan jî dikin. Li têketina girtîgehê her cure tahdeyê li malbatan dikin. Ev polîtîkaya tepisandinê ye."    'NE EFÛ, EM EDALETÊ DIXWAZIN'   Yazol diyar kir ku divê her kes xwedî li girtiyan derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ceza kêm dikin, lê ev yek tenê ji bo kesên destdirêjiyê dikin û tiryakfiroşan pêk tînin. Ma ev e heq, hiqûq û edalet? Li hundir kesê doza zimanê xwe, nasnameya xwe dike rastî her cure zextan tê. Lê ên destdirêjiyê dikin, ên tiryakê difiroşin û kujer bi rihetî ji girtîgehê derdikevin. Em efû filan bêvanê naxwazin, em edaletê dixwazin. Tevî ev qas zextan jî gava ez diçim cem hevjînê xwe, moralê wan pir baş e û bi ser de moralê me xweş dikin. Ev yek bêtir me bihêz dike. Ji destê kê çi tê divê bike. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin."    MA / Ferdî Bayram