Malbata penaberê winda serî li ÎHD'ê da 2023-10-28 09:08:48   MÊRDÎN - Malbata penaber Îsa Haciramadan (44) ku 14 roj in tu agahiyê ji Haciramadan nagire, serî li Komeleya Mafên Mirovan da. Îdareya Koçberiyê ji bo Haciramadan îdia kiribû ku hatiye dersînorkirin.    Li navçeya Qoser a Mêrdînê Îsam Hacramadan ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 14'ê Cotmehê de di avêtina ser malê de hat binçavkirin. 14 roj in tu agahî ji Haciramadan nayê girtin. Îdareya Koçberiyê ya Mêrdînê îdia dike ku wan Haciramadan dersînor kiriye. Malbat jî ji bo aqûbeta Haciramadan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê da.    Malbat ji bo piştgiriya hiqûqî serî li komeleyê da û di xwaznameya da Walîtiya Mêrdînê de jî xwest aqûbeta Haciramadan bê ronîkirin.    ÎDAREYA KOÇBERIYÊ: HAT DERSÎNORKIRIN   Ferdên malbatê tevî parêzerên ÎHD'î serî li Îdareya Koçberiyê ya Bajêr a Mêrdînê dan û xwest hemû agahî bi wan re bên parvekirin.    Îdareya Koçberiyê ya Bajêr jî ragihand ku Haciramadan ber bi bajarê Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye dersînorkirin.    HAT BINÇAVKIRIN Û PAŞÊ HAT DERSÎNORKIRIN   Di 1'ê Cotmehê de li Enqereyê êrişî Midûriyeta Giştî ya Polîsan hatibû kirin. Piştî vê di 3'yê cotmehê de li Amed, Dîlok, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Mêrsîn, Denîzlî, Konya, Kayserî, Isparta, Balikesîr, Stenbol, Antalya, Edene, Bûrsa, Kocaelî û Amasyayê 55 kes hatibûn binçavkirin. Di çaçroveya lêpirsîna bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dabû destpêkirin, li Rihayê Îsa Haciramadan jî hatibû binçavkirin.    Ji kesên binçavkirî 33 kes piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan û dozgeriyê hatibûn berdan û 18 kes jî hatibûn girtin.    Penaberên ku Haciramadan jî di nav wan de bêyî ku serbest bên berdan ber bi Navenda Paşveşandinê ya Îdareya Koçberiyê ya Bajêr a Rihayê ve hatibûn şandin. 36 penaberên li vir di 9'ê cotmehê de bêyî xwesteka wan bi darê zorê hatin dersînorkirin. Derket holê ku bi zorê forma "Vegera Bixwestekî" bi penaberan hatiye îmzekirin.    Lê belê Haciramandan di 11'ê cotmehê de sînor derbas kir û hat cem malbata xwe ya li Qoserê. Polîsan di 14'ê Cotmehê de avêt ser malê û Haciramadan binçav kirin.    Polîsan Haciramadan birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û ji malbatê re gotin wî şandine Navenda Paşveşandinê ya Rihayê. Lê Navenda Paşveşandinê ya Rihayê ji parêzeran got ku Haciramadan ne li cem wan e û li cem wan kesekî wiha ne qeydkirî ye.    'FÎDYE XWESTIN'   Suleyman Haciramadan têkildarî aqûbeta birayê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Haciramadan got: "Hin kesên ku em wan nas nakin telefonî malbata hevjîn aîw kirine. Gotine Îsa li Mêrdînê di destê îstixbaratê de ye û ew dikarin wî ji wir derxin. Lê ji bo vê doza pereyekî zêde kirine. Gotine ger pere bê dayîn dê Îsa bînin malê. Gotine li Mêrdînê di destê îstixbaratê de ye. Lê wesayîteke birayê min û eşyayên wî yên dikanê hene. Ji bo karibin wî pereyî bidin divê wan bifiroşe."