Kesayet û jiyanek li ser şopa Xeyrî Dûrmûş: Îsa Kizil 2023-10-28 09:51:32   MÊRDÎN - Îsa Kizil şahidê hovîtî û îşkenceya li Zindana Amedê ye. Wî heta nefesa xwe ya dawî jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê kir. Kizil ku dirûşma “ez ji bo gelê xwe deyndar im” ji xwe re kiribû bingeha jiyanê, her tim digot “ez ê li ser rêya Mazlûm, Kemal û Xeyrî bimeşim û bibim mêvanê wan.”    Îsa Kizil piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î hatibû binçavkirin û girtin û li Zindana Amedê ya Jimara 5’an bûbû şahidê hovîtiya îşkenceyê, di 77 saliya xwe de ji ber nexweşîna lê peyda bûbû roja 25’ê cotmehê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kizil li gundê Gundik ê bi ser navçeya Qosera Mêrdînê ve hat veşartin. Kizil li pey xwe têkoşîne têr û tije hişt, serpêhatî û şahidiyek girîng hişt û xatir ji têkoşîn û gelê xwe xwest.    Li ser xwesteka dayika xwe hê ciwan e diçe hece û Kizil li derdora xwe wek “Hecî Îsa” tê nasîn. Di salên 1976-1977’an de bi şoreşê re radibe û di xebatên ciwanan ên Komeleya Çanda Demokratên Şoreşger (DDKD) de cih digire. Di dema wê xebatê de ji pêşengên PKK’ê Kemal Pîr nas dike.    Kizil ji axaftin û nêzîkatiyên Kemal Pîr bi bandor dibe û biryara xwe dide û bi Kemal Pîr re xebatên xwe yên şoreşê û welatparêziyê dimeşîne.   ÎŞKENCE Û BERXWEDAN    Kizil ku piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê yek ji kesên ewil hat binçavkirin, li Fermandariya Tûgaya JLeşkeriyê ya Mêrdînê ku yek ji navendên îşkenceyê ye, 74 rojan bi her cure îşkenceya giran re rû bir û dimîne û ceyranê didin laşê wî. Kizil piştre tê girtin û wî dixin Zindana Amedê ya Hejmara 5'an. Îşkenceya herî dijwar li girtîgehê li Kizil tê kirin. Ew dibe şahidê çalakiya Mazlûm Dogan û Çaran. Di 14'ê Tîrmehê de beşdarî çalakiya rojiya mirinê dibe û 43 rojan di greva birçîbûnê de dimîne. Kizil ku li Girtîgeha Nazîlliyê ya ku lê sirgûn bû çalakiya xwe berdewam kir, piştî 11 salan di sala 1991'an de hat berdan. Lê belê di salên piştre de ji ber îşkenceyên ku di girtîgehê de lê hat kirin bi nexweşiya parkînsonê ket û nema êdî ji nexweşiyan rizgar bibe.    LI SER ŞOPA XEYRÎ…   Kizil tevî ku nexweş dikeve jî dest ji xebatên xew bernade. Kizil di avakirina Komeleya 78’an de cih digire û bi salan li Mêrdînê rêveberî û serokatiya şaxa komeleyê dike. Kizil gotinên Xeyrî Dûrmûş ên “Li ser kêlika min binivisînin deyndarê gelê xwe ye” ji xwe re dike bingeha jiyanê û heta hilma xwe ya dawî ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd kar û xebatan dike. Ji tu mitîng, civîn û şahiyan paşve gav neavêt. Ji yên ku jê re digotin, ‘tu extiyar bûyî, xwe newestîne” re jî digot, “ez hê jî deyndarê gelê xwe me, ez deynê xwe didim.”    ‘HER TIM DI NAV GEL DE BÛ’    Îdrîs Kizil qala bavê xwe Îsa Kizil kir û diyar kir ku zarokatiya bavê wî li binxetê derbas bûye û ji ber vê yekê jî bi erebî jî dizanibû.    Kizil anî ziman ku bavê wî piştî darbeya leşkerî ji ber girtîgeh û îşkenceyê neçar ma tedawî bibe, lê tevî vê yekê jî ji bo têkoşînê her tiştî dikir û wiha got: “Heta nefesa xwe ya dawî çi ji destê wî dihat dikir. Dema ku Komeleya 78’an vekirin, karê xwe domand û nesekinî. Sibe û êvarê her tim li cem gel bû. Tevî ku nexweşiya wî ya parkînson hebû jî, heta kêliya xwe ya dawî li ber xwe da. Lingên ranedikir ku bimeşe jî lê dîsa jî diçû saziyan. Gelê me wî ji me bêtir nas dike.”   BÛ MÊVANÊ MAZLUM    Kizil destnîşan kir ku bavê wî her tim ji wan re digot, “Min xwe di nava vê têkoşînê de dît, ez çiqas bikim jî hindik e û ez deyndarê gelê xwe me. Hevalên min çawa deyndar çûn, ez jî wek wan im.” Kizil da zanîn ku bavê wî demek bi Mazlum Dogan re dimîne û got: “Serdemek bi Mazlum re dimîne. Mazlum pir bi bîr dianî. Her tim qala pêşengan ji me re dikir. Dema wefat kir jî digot ez ê bibim mêvanê Mazlum, Kemal, Xeyrî…”    MA / Ahmet Kanbal