Alîgirên HUDA PAR’ê êrişî şaxa Starbucksê kirin 2023-10-28 10:23:11   AMED - Alîgirên HUDAPAR’ê piştî xwepêşandana protestokirina Îsraîlê êrişî şaxa Starbucksê ya Ceylan AVM’a Amedê kirin û xesar dan dikanê.    Alîgirên HUDAPAR’ê duh bi şev li Amedê bi îdiaya piştgiriya Filistînê li ber Navenda Danûstandinê (AVM) ya Ceylanê kom bûn. Van alîgiran xwepêşandan li dar xistin û Îsraîlê protesto kirin. Bi îdiaya ku Starbucksê piştevaniya Îsraîlê dike, wan  alîgiran êrişî şaxa Starbucksê kirin.    Bi rojane HUDA PAR bi îdiaya piştevaniya bo Filistînê-Hemasê li ber Ceylan AVM’ê kon vedane û xwepêşandanan li dar dixin. Duh bi şev carek din ev alîgir kom bûn û xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandan li ser daxwaz û fermana Rêxistina HUDA PAR’ê ya Amedê kom bûn.      Êrişa li dijî Starbucksê li ber çavê polîsan hat kirin. Êrişkaran xesar da dikanê û cam, sandelye, mase û kelûpelên din şikandin.